ḧîkayeta nehê

Li pirtûka:
Çil Ḧîkayet
Berhema:
Mela Meḧmûdî Bayezîdî (1799-1867)
 6 Xulek  1223 Dîtin

ji begzadeyêd hekaryan, şêxî beg hebû, mamê xan meḧmud mîrê qeza meksê bû, lakîn zêde jêhatî û camêr û xweyî řuşd û řeşadet, dwî weqtîda, nav û deng hebû, hemû kes jê ditirsan û hindekan dexesî di kirin, û ew bixiwejî li meksê mîrbû, mîrê hekaryan îbrahîm xan begê jivî kirîye dexesî, welê di xebtî, ku belku bidest bîne û bikuje, mumkîn nedbû, xuheka îbrahîm xan begê mîrê hekaryan hebû, jina mîr şerefê mîrê qeza şaxê bû, û ew mîr şeref fewt bibû û xuha îbrahîm xan begê, ’adîle xanim digotin, lişuna mêrê xwe mîr şeref di «kela» şaxê da ḧakim bû, û ewê ’adîle xanmê zav mal û dirav û mucewher hebû, îcarê jinepenî ve îbrahîm xan begê, viřêkirî yenk xuha xwe ’adîle xanmê ku to dikarî bi terzekî şêxî begê bînî «kela» şaxê nik xwe û bidey kuştin, tu jinî ew fukira kuştinê ji te naketin, îcarê ’adîle xanmê mirovekî ji ehlê ḧeremê viřê dike nik şêxî begê, ku bilanê bête kela şaxê, ez û ew yeku dû bi bînin û xeber bideyn, merama min heye, ku ez şêxî begê mare bikem û hinde mal û tecemmula min heye û min ewlad nînin, eve «kela» û eve mal û emlak, bilanê bigehne şêxî begî, weku ev xebere jiboy şêxî begê diçît, ew jî vî xeberî řast ḧisêb diket û hewesa cwanî û teme’a xanim û malî didete serî, cewabê viřê dike, ku belê ez dê digel sed dû sed mirovan filan řojê bême «kelê» bilanê xanim di tidarekêda bî, weku cewaba hatna şêxî begê digehe ’adîle xanmê, ewjî dibêje mirovêd xwe bilanê şêxî beg digel deh etba’êd xweyê muqeřřeb liserê «kelê» bibne mîwan û mirovêd mayî li jêrî hêşetê bidene xelqî mîwan û ’adîle xanim viřê dike ji mixînan deh mirovêd gerbez û bi quwet xweyî tiveng û xencer, wê roja ku dibî şêxî beg bêtin, ewan mixînan goya jiboy xizmetê têne kelê, îcarê weku şêxî beg têtin û diçte serê «kelê» peya dibît, ḧerem kehyasî dibêje şêxî begê, ku mîrim xanim du’a dike û dibêje ku bilanê mîr digel deh aẍale ran bibne mîwanê kelê û mirovêd mayî jî bibne mîwanê hêşetê, şêxî beg jî dibêje bilanê wesa bibe, ewan sed û dû sed mirovan li hêşetê belav diken û mîr digel deh aẍale ran, li alê mêran liserê kelê li dîwanxaneyê dibne mîwan, şerbet û qehwe û bixur û gulab jiboy şêxî begê tînin, ku xanim silav dike, serseran û serçavan hatye, bilanê řaḧet bibe, paşî bişev ez mîr dixiwezme ḧeremê, bila bêtin em digel yeku dû xeber dideyn, îcarê xanim tîne ewan deh mixînan tîne û dibêje ku ez dê şêxî begê bikujim û daynime odeyeka ḧeremê, kengî gazî we dikem hûn biçne odeya wî şêxî begî, bidene ber xenceran û bikujin, îcarê êvarî te’am û zad jiboy şêxî begê viřê diken û îkiram û î’zazê diken, weku sê se’at ji şevê dibore, navmal têtin fanus di destîda dibêje şêxî begê ku xanim tedexweze ḧeremê ku digel te xeber det, îcarê mirovêd şêxî begê ku digel bûne li dîwanxaneyê dimînin, lewřanî ḧerem xaneye kesê byanî naçtin û şêxî beg jî bawerkirîye ke ’adîle xanim dê wî şu biketin, řadbe û diçte ḧeremxaneyê odeyê, weku şêxî beg diçte odeyê diřûnit dibîne ku xanim lwê derê nîne, pirsyar dike ku xanim kanê, dibêje şêxî begê ku xanim dê niha bêtin, îcarê xanim emrê wan deh nefer mixînan diketin pêkvedest bi xencer diçne odeyê û bala şêxî begê diken, digel şêxî begê tinê xencer hebû, êdî çek û sîlaḧ tunne bûn, êdî eger çi şêxî beg didete xencerê, lakîn bê fayde mirovek digel deh mirovan dê çibketin, şêxî beg dûsê mirovan jwan birîndar diketin û ew mirov ewî didene ber xenceran û temam diken, îcarê xanim emrê wan mirovan diketin diçne dîwanxaneyê û aẍayêd mirovêd şêxî begê digirin û dişelînin û ḧebis diken û cewabê viřê dikete xelqê hêşetê, ku min şêxî beg da kuştin, bilanê her kesek mêwanêd xwe bigirin û bişelînin û ber biden, îcarê xelqê hêşetê her kesek mêwanêd xwe weha bê de’wa û şeř girtin û şelandin û ber dayn, subeyê îcarê leşê şêxî begê ji bedena kelê avêtne xwarê û birin defin kirin û ew deh aẍayêd meḧbus kirî jî viřê kirin jiboy mîrê hekaryan, birayê xwe îbrahîm begê, weku xebera kuştina şêxî begê gehaye meksê, mala wî û kuřêd mamêd wî xan meḧmud û xan ’ebdal û xan eḧmed êdî ewane jî kirne şîn û matem, êdî çi çare, lakîn da’îm ketne qesda ’adîle xanmê û ewan mixînan, muddet dinêvda borî, kuřê şêxî begê hebû minة alilh begNava taybet, lakîn qewî zêdecesur û reşîd bû, dwazde salî bû, cihê babê xwe û mîrînya meksê zebit kir û ev de’wa jî kevin bû, paşî çar salan bixef tedarek kir, kuřê şêxî beg minة alilh begNava taybet sê sed mirovêd bijare bi şeşxane hilgirtî û çend terece digel xwebirin, nîva şevê danîne ber bedena «kelê» û çûyne nêva kela şaxê û ’adîle xanim girtin û mirovêd wê girtin û hêşet jî zebit kirin, paşî ew mixîn û çendek ji şaxyan kuştin û mal û eşya û herçî ku ’adîle xanmê hebûn ḧemû zebit kirin û lakîn ’adîle xanim nekuştin ji kelê bi deranîn û şandinenk birayê wê li hekaryan û zay’ata mirovêd xwe ji xelqê hêşetî sitandin û mudeyekî jî qeza şaxê zebit kir û teseřuf kirin, paşî hindek muddeyî minة alilh begNava taybet ecelê eman nedayê, bi emrê xudê fewt bû, îcarê aẍayêd hertuşyan «kela» şaxê ji mirovêd meksyan dizîn û ew bi deranîn.