ḧîkayeta heştê

Li pirtûka:
Çil Ḧîkayet
Berhema:
Mela Meḧmûdî Bayezîdî (1799-1867)
 2 Xulek  855 Dîtin

nêzukî kela xuşabêNava taybet dû gundêd mixînanNava taybet heyn, navê yekî «qesirNava taybet» û navê yekî «pakanNava taybet», di gundê pakanêda kêloyekî qewî zêde řind binavê «barnîkNava taybet» hebûye û dîsanê dwî gundê pakanê, kuřekê mixîn cîranê barnîk hebûye, lakîn ew kuř feqîrulḧal bûye binavê puluNava taybet, ewî û barnîkê ḧez jyeku dû dikirin, û hevdû ḧebandîne, her çend pulu viřê dikenk babê kiçê û barnîkê jiboy xwe dixiweze, babê kiçê nadet, ku pulu řûse, ez kiçaxwe nademewî. muddeyekî bivî ḧalî burî, ji gundê qesrê kuřekê xweyî mal û ḧal hebûye binavê şemmasNava taybet, ew kuř mirovan virê dikew barnîkê jiboy xwed xweze û babê barnîkê jî kiçê dide şemmas, û şîrînî vedxiwen û nîşan diken, îcarê pulu dikeve qesda kuştina şemmas y, îcarê pulu da’îm dicessîne kulcihekî řastî şemmas bêtin û bikujîtin, lakîn dilê kiçê barnîk jî, dil di pulu daye, rojekê pulu pirsyar dike ku şemmas jiboy şulekê çûye hêşetê, îcarê pulu tête ser řya şemmas û diskine û dibîne ku şemmas bi swarî jwêda têtin, lakîn ew sware û, pulu peyaye, îcarê pulu gazî dike ku kuřu şemmas to kî ku berdilka min barnîkê bixiwezî, karubarê xwe bike yan ez dê li řuyê dinê xweş bimînim, yadê to xweş bimînî, diçe berayka şemmas y dibêje, ku çibkem ḧeyf ku tu swar û ez peyame, em dê îruke li êre kifşyayeku du biken, kanê barnîk digehîtekê, weku şemmas xebera pulu dibhî, ew jî xwe ji hespîda davê xwarê û herdû didene xenceran û balayeku dû diken û pêsîrêd hevdû digirin û yeku dû didene ber xenceran û herdû bê ḧal dikevin û temam dibin, îcarê cewab diçte herdû gundan jî ku eḧwal weha bûye, ji her dûknaran hatin û laşêd wan birin û helgirtin, weku cewab geha kiçê êdî ew jî dibêje ku paşî pulu min jîn navê, xencerê tazî dikew biser dikeve xwe dikuje, îcarê laşê barnîkê jî birin li nik qebra pulwî çal kirin, her sê jî bî mirad çûn..