ḧîkayeta dwazdê

Li pirtûka:
Çil Ḧîkayet
Berhema:
Mela Meḧmûdî Bayezîdî (1799-1867)
 4 Xulek  957 Dîtin

neqil diken ku di welatê buhtanNava taybetda, qezayek heye «namîranNava taybet» dibêjin, aẍayêd wan qedîm hebûne, dû bira, û her dû jî bêkar bûyne, navê yê mezin ḧesen aẍayê hesamyanNava taybet û navê yê biçuk çeleng aẍaNava taybet bûye, îcarê ewî ḧesen aẍay viřêkirî ye kiça aẍayê tayfa mîran jiboy xwe xwastî ye û aẍayê mîran kiçaxwe dayewî, lakîn ditdareka şirînî bûy, birayê ḧesen aẍayê, biçûk çeleng aẍa, çûye mala aẍayê mîran kuxeber biden û xalanî bibiřn, meger çavê çeleng aẍa bi kiçê dikeve, weku ewê kiçê dibîne, bê îxtyar ewê kiça ku jiboy bira yê xwe ḧesen aẍa dixiwastin diḧebîne, navê kiçî jî «le’lî xanNava taybet» bûye, îcarê eger çi çeleng aẍa çû bûye ku le’lî xanê jiboy birayê xweyê mezin ḧesen aẍa bixiweztin û ewan jî erê gotne, lakîn weku çeleng aẍa le’lî xan ê dibîne û bê îxtyar lê ’aşiq dibe, îcarê têtin ḧîleyekê diketin, pîrejnekê dibîne û qederkê diravî ji boy wê we’de diketin, ew pîrejin dibêje, ku teşulepê nînin, ez dê we bikem, ku ḧesen aẍa bixiwe bivê kiçê řazî nebtin û dest jê bikêşîtin û kiçê bidete, îcarê ew pîre jina mel’un tête nik ḧesen aẍay û dibêje ḧesen aẍay ku mixabna teye, meger kiç ji dinyayê xilas bûn ku tu le’lî xanê dixiwezî, ḧesen aẍa dibêje kujboy çi? êcarê ew pîrejna mel’une dest pê diketin jichê diruda dibêje ku le’lî xan qewî zêde kirête û çavêdwê jî şevkurin û jwê zêde qewî bêhna pîs jidevî têtin, xulase her çi ’îwib heyn ji cihê diruda bi le’lî xanê nîsbet diketin, weku ḧesen aẍa evan xeberan dibhîtin zêde melul bûyî, gazî birayê xwe çeleng aẍay diketin û dibêje, ku bira to çûbî û tekçeka kirêt û kore jiboy min xwestî ye, wellahî ezwê kiçê nastînim û qebul nakem û ez jivê şulê puşmanim, paşî birayê wî çeleng aẍa dibêje, ku bira eger qenc û eger kirêt, me ev kiçe jiboy te xeberdan kirîye, tujî mirovekê maqulî û babê kiçê jî aẍayê êlekîye, ev puşmanî şerme û fihête û belku jî dinêvame û ’eşîrêd mîran, ev xebere paşî dibîte mucbê dujminî û neyarî, eve şuleke ’eybe, mej boy texeberdan kirîye, êdî çare nabî, ḧesen aẍa ’înadê diketin, îlla ku nabî ezwê kiçê nastînim, hinde mirov dibêjne ḧesen aẍay ku şerme ev şula nelayqe çare nabî îcarê ḧesen aẍa dibêje, ku min bi řiza destur daye, bilanê le’lî xanê, çeleng aẍa jiboy xwe bînîtin, paşî liservî xeberî qerar diden û cewabê viřêdken jiboy aẍayê mîran, ku ḧesen aẍa me’zure, em dê şîrînya le’lî xan ê jiboy çeleng aẍay vexûn, şerbetê jiboy çeleng aẍay vedxun, wekî dibîte dawet û tidarek dibî, ḧesen aẍa digel dawetyan diçîtin ku bûkê bînin, bûkê swar diken û tînne deştek heye, deşta dubanê dibêjin, weku xêlî têne wê deştê, bi emrê xudê ba řuyekî ji řoyê le’lî xanê diřevîne, řoyê le’lî xanê vekirî dimîne, ḧesen aẍa řoyê le’lî xanî dibîne, ku her weku heyva bedra di çardeyêda, êdî meḧbubêd weku wê belku kêm hebin, êcarê dizane ku ew şula ku li wî qewmî ḧîlebûye, êdî heman jwê derê dawetyan diterkîne û hespê xwe daju diçîte dyarî ẍurbetê, ew çûyne ku çûye, paşî li ḧesen aẍa û le’lî xanê zav sitran girêdayne, meger dilê le’lî xanê jî diḧesen aẍayda hebûye, îcarê le’lî xan jî tête mal jehrê dixiwe û dimre û ḧesen aẍa jî kete ẍurbetê, kes nezanî ku kûve çûyew telef bû, eve dastana jwan mayî, lakîn ḧesen aẍayê hesamyan û qisseya le’lî xanê di ekiradêd hekarî û buhtan qewî zêde meşhûre, û belku sed bendî zêdetir lawij û pa’îzuk bwan gotne, û niha ekserêd sitranêd wan evnene.