subḧan le şahî ẍeffar

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Kor
Berhema:
Eḧmedî Kor (1771-1856)
 16 Xulek  1142 Dîtin
subḧan le şahî ẍeffar
ya xalqî keremdar
ya ’ezîz û ya ẍeffar
ya kerîm û ya settar
le bê gyan û le gyandar
le îslam û le kuffar
wełła bînay kirdigar
bebê to nakirên çi kar
qal alḧilîm alistarErebî
yulc allîl fî alinharErebî
her toy řeḧîm û řeḧman
tewfîq derî muste’an
le cumleyî cînin û însan
bê to nakirên çi ferman
ẍefûrî gunehkaran
destigîrî hejaran
şîfaderî bîmaran
her toy karsazî karan
ḧurmetî her çwar yaran
dûr bîn le agir û naran
yaẍeffar û ya ẍefûr
le ’eyb û ’îllet bîn dûr
dûr bîn le ’eyb û ’îlel
ya bînayî lim yizilFarsî
hem qeyyûmî bê bedel
zat û fî’ilit bê xelel
kes bê ecel namrî
padşahî qadrî
řebbî her toy sabîrî
hem kebîr, hem kabîrî
qadrî ḧeyyî řeşîd
ya welî û ya ḧemîd
ya qerîb û ya mecîd
fe’ّەالٌ لیمەا yurîydFarsî
ḧeyyî bîna û bê nezîr
taq û semî’ û besîr
ferdî be xułq û tedbîr
le tifił û le cwan û pîr
eẍnya û dana û emîr
şah û sułtan û wezîr
xuday ’elîm û xebîr
bo hemwan toy destigîr
řazqî bo mar û mûr
nûrdehendey mah û xor
destigîr bo şel û kor
xuday kerîm û ẍefûr
toy saḧîbî mirade
çî pêt nebê îrade
nef’ê nada lebo kes
her toy xuday feryadřes
çî toy nebê feryadřes
řencî deçê be ’ebes
lepaş ewan kelame
gwê bidêrin xas û ’ame
ḧetta biłên mudame
beḧsî kafir û îslame
le kafrî napak dîn
îslamî pak û emîn
be emrî rib al’almînFarsî
her debîn û her deçîn
le mexlûqî serzemîn
hîç kes namênê yeqîn
be emrî xalqî subḧan
kulّû menْ ’eleyْهەا فەانFarsî
weham bîst le ’alman
le kitêbanyan kird beyan
ewweł xalqî subḧan
dinyay řona be îmkan
şerq û ẍerb û cê û mekan
bo řesûłî îns û can
wek min bîstim ew meqal
xilq qibil kil ḧalFarsî
ne erz ne sema bû
ne adem ne ḧewwa bû
ne qyamet ne dinya bû
ne enhar û ne ma bû
ne mexlûq cabeca bû
nêwî wîm mistefa bû
ne lewḧ û ne qełem bû
ne ke’be û ne ḧerem bû
ne gaw û ne masî bû
ne ’erş û ne kursî bû
ne ademî sefî bû
pêẍemberyan nasîbû
ne řoj û mah û herd bû
ne çya û ne daruberd bû
ne mexlûq sertaser bû
nêwî wî pêẍember bû
be emrî danay kirdigar
dinya řondira ser ta xwar
şew û řoj, leyl û nehar
şerq û ẍerb, beřiř û bîḧar
sebeb eḧmedî muxtar
dinyay dana kirdigar
sebeb řesûłî serwer
řoyna kirdî muqedder
asman, mahî munewwer
estêre û şems û qemer
ew erzî wa mu’teber
kêwî lê kirde lenger
fermûy rib ali’badFarsî
ئەەلەمْ necْ’elî alْئەەرْze میهەادًaFarsî
ûەالْجیبەالە ئەەûْتەادًaFarsî
ayetêkî befa’îde
malkî kullî enam
boxoy fermûy ew kelam
erz û asman, xas û ’am
xulîqe fîy sîtّeةy ئەەیّەامٍFarsî
wek min bîstim ew guftar
le ’alem û namdar
řojêkî mûsay nazdar
le řebbî xoy kird pirsyar
xalqî leyl û nehar
’alim be kullî esrar
hem be ḧałan xeberdar
semî’ û bîna û hoşyar
ez dezanim to xuday
to delîl û řehnumay
saḧîbî lutif û ’etay
ẍafrî curim û gunay
layqî ḧemd û senay
bê şerîk û bê hemtay
le kengêwe to xuday
xuday zemîn û semay
day cewab řebbî cebbar
ey mûsayî namdar
nabê bitirsî le nar
lew qisey kirdit pirsyar
nawêk le min heye ḧey
tofîq derî kullî şey
ezelî û ebedî hey
ewey bizane ta hey
’umrî min zor kesîre
nayête zebit û gîre
dinyam řona le ewweł
řizq û e’mal û ecel
bo miḧemmedî mursel
ke hîçî nebû degeł
ẍeyrez de’bay naw xertel
hîçî dî nebû degeł
ew xertelî nedîm bû
’umrî wî zor qedîm bû
bê ’eded ’umrî wîm bû
leser erzî muqîm bû
dûr bû le ḧeşir û şumar
xalqî leyl û nehar
leboy xułqand bû sed şar
xertel lêy kird bûn bar
le tirsî mewtî cebbar
her řojê cîngił dexwar
deykêşan dax û ḧesret
bo ’umrî kurt û ẍefłet
le paşan girya be zar
dengêk mabû le dîwar
ḧewt sałan girtî de zar
le hewkî nedeçuwe xwar
paşan be emrî ekber
xalqî kullî beşer
degeł ew dengî axer
řuḧ le qalb deçuwe der
dinya zêř û miłk û mał
çoł ma ta sî hezar sał
xuday zemîn û asman
le paş hengî be îmkan
xułqandî can îbnî can
le agirî bê duxan
bew qisem kird î’tîbar
le kelam řebbî cebbar
wexeleqe alْجەانّeErebî
mînْ مەاریجٍ mînْ نەارٍErebî
xalqî ferdî qeyyûm
le lefzî xoy kird me’lûm
ûەالْجەانّe xeleqْنەاهûErebî
mînْ qebْlu mînْ نەاری alsّemûmîErebî
erzî na le destî wan
hênd me’mûr bû awedan
xełqan kêłayan serban
deyankirde deẍił û dan
řê biřa bûn le kêwan
lew paş be emrî subḧan
bûne saḧêbî ’îsyan
ẍezebyan lê degîran
le erizda kiran penhan
lewanîş yekyan neman
ewcar way kird muqedder
řonya adem musteqer
xalîqî ḧeyî û metîn
le ayetî kird mubîn
be lefzêkî zor şîrîn
«we xeleqna ademe fîy tîn»
ademî řona le paş
ḧewway lê kirde wêłdaş
hawdemêkî gelêk baş
mexluq lewan kewtine paş
be emrî ḧeyî eḧed
xuday ezelî û ebed
lewan paş kewt weled
bê ejmar û bê ’eded
wek min bîstim ew guftar
le ’almî de namdar
sê řîwayet bûn exbar
ya sed cût bûn be ejmar
ya çil ademî bo şîs
saḧêb teqdîs û tedrîs
zor mêhreban û enîs
bo ummetî bwe ře’îs
le paşî wî dehat «nûḧ»
saḧêbî fetiḧ û fitûḧ
geşawe pêy gyan û řuḧ
bo ommetî bwe memdûḧ
nosed sałî be ejmar
nûḧ nebîy de’wakar
şeřî kird degeł kuffar
degeł qewmî nabekar
fermûy řebbî ’ellame
der ḧeq be wan kelame
felebîse fîyhîmْ ئەەلْfe seneةٍErebî
îylّەا xemْsîyne عەامًaErebî
ḧefta kesî be ejmar
lenaw mîlletî kuffar
be îradey kirdigar
pêy musliman bûn ewcar
paşan girya be zare
du’ay xwast le cebbare
«لەا tezerْ ’eley alْئەەرْzî
mîne alْکەافیریینە deyّەارًa»
eger bimênin yek ser
le dîn debin bê xeber
nayene zebit û zefer
’ebdan le dîn dênne der
ew car xalîqî subḧan
du’ay qubuł kird le ziman
lebo wanî nard tofan
çil gez kewte ser kêwan
be hîlak çûn hemûyan
lew tayîfey sê kes man
be emrî ḧeyî feryadřes
xuday destidar û bê des
lew tayîfey man sê kes
ew sam û ḧam û yafis
gwê û lê bê ey birader
gunahkaran serleber
leber ḧubbî pêẍember
ew řehber û ew serwer
’ezabin nayête ser
hełgîrawe ta meḧşer
her kesêkî ’aqił bê
yek cîhet û yekdił bê
diłpak bêt û ’adił bê
îmanî pê kamił bê
jînêk mirdinî le dû bê
debê çi şayî û pê bê
ger be ’eqił û kemałî
saḧêb hoş û xeyałî
le tirsî zulcelalî
řenge dayîm binałî
beḧsî mirdinê û ḧałî fewt
ciḧêł û cwan, pîr û çewt
xalîq deyfermû be zewt
«kulّû nefْsٍ زەائیقەةû alْmewْt»
ewcar xalîq be heybet
saḧêbî ’îlim û ḧîkmet
’îzra’îl kird muslilet
lebo ser cem’î ommet
lebo ser cem’î gyandar
’îzra’îlî kird dyar
’îzra’îl kirdî guftar
ey xuday perwerdigar
her toy qadir û muxtar
to min dekey xetakar
cwabî da xuday qadir
ew ’erz û ’asman řagir
her kes be derdêk demrê
kes xetay to nagrê
karî xom ez, pêk dênim
zû řuḧî lê destênim
çî řizqî lê bistênim
serî lê deşêwênim
bexşende û ẍeffarim
ḧakmî keřemdarim
ger be ẍezeb binwařim
şax û kêwan dehařim
ser dênne der le qebran
řebbî nenkey sergerdan
’alman wa xeber dan
řebbî nenkey sergerdan
be emrî xalqî ẍeffar
dekirête bang û hawar
kwa merdî le dinê serdar
fexir û pê dekirê îzhar
kwa îslam, kwanê kuffar
kê bû dehate guftar?
kwanên kafrî de diłřeş
musułmanî dił be ẍeş
ewey seryan çote heş
bên ew miłkey biken beş
emin kirdim musteqeř
xełqî de’way bû leser
heta dinya dinya bû
merdî wehay têda bû
saḧêb deste û supa bû
her kes bo xoy hera bû
hênd ’aqił nebûn selîm
biłên «ئەەستەغفیرûاللّhe alْ’ezîm»
řojgaryan hat û çûn
weha pêy bibûn meftûn
«ئەەیْne شûرەکەائییە alّezîyne
kunْtumْ tezْ’umûne»
kwanê małî be binyat
gewre û saḧêb destełat
şar û qongire û qełat
bo ’enqay saḧêb dahat
ew serdarî be quwet
saḧêb hîmmet û qudret
bo ’enqay saḧêb ḧeşmet
hem dîwanî piř zînet
zeřq û zînet û dîwan
zemzeme û sifre û mîwan
tertîbder û be erkan
ba’edeb, ’eqił û îman
’edił û neseq û mîzan
nazenîn û newcewan
le biçûk û gewre û giran
kwan lewan yekyan neman
pałewanî piř huner
saḧêb heybet û xeter
her çwar yarî pêẍember
ewanîş neman yekser
burc û qongire û wişar
zînetî ḧewş û ḧesar
شاە û leşkir û sedar
yek lewan neman çi car
fermûy xalqî cebbar
le qur’anê bû îzhar
«lîmenî alْmulْku alْyewْme
lîlّehî alْûەاحیدی alْqehّەاری»
gwêw lê bû ey birader
beḧsî dinyay ḧîleger
ew car xudayî ekber
le qyamet deda xeber
«ûەمەا ئەەمْru alsّەاعەةy
îylّەا kelemْḧî alْbeserî»
be emrî kirdigarî
padşay perwerdigarî
ke ew baran debarî
le erzê debê carî
be emrî padşay celîl
dejyetewe îsrafîl
îsrafîl dête ḧuzûr
defermûy padşay ẍefûr
to fû bike nefxî sûr
«فەئییزەا nufîxe fîy alsّwurî»
eřwaḧ ke debyen le jûr
bo qalban debin mesrûr
ke nefxî sûr bû ’eyan
řadewestin bo ferman
’aciz û feqîr û hejar
bê hoş û mat û ẍembar
dił be ẍem û ẍembare
bê taqet le guftare
«weterey alnّەاسە سûکەارەی
ûەمەا humْ بیسûکەارەی»
fermûy xalqî cebbar
ba bên cemî’î deyyar
her kes be endaz û mîqdar
le cêy xoy bigrê qerar
herçî mîlletî kuffar
bê cwabin û bê pirsyar
deken feryad û hawar
defermiwê xuday qehhar
«لەا merْḧebًa bîhîmْ îynّehumْ سەالûû alnّەاری
ûەئەەحەلّwiwa qewْmehumْ دەارە alْبەûەاری»
«cehenّeme yesْlewْنەهەا
webî’ْse alْقەرەارû»
«fete’eْtûne ئەەفْûەاجًa»
çun be tefsîr muḧtace
ḧezretî xeyrulbeşer
way be me dawe xeber
le wextî hatnî meḧşer
de sunfyan dên muqeřřeř
ewweł dên wek meymûne
le zekat man’ bûne
duwem dên wek berazî
be ḧeram bûne řazî
sêyem dên ser berew jêr
sûtxorî de gwê nedêr
çwarem dên kwêr û bê çaw
«cabîr» le ḧukman tewaw
pêncem dên keř û lałn
ew mu’cîb be e’maln
şeşem dên zibanî wan
dête xwar ta singyan
kêm û xwên lêy dête der
be ser bonî wî yekser
’aczin ehlî meḧşer
ew melane we’zider
dewestin deste û nezer
qewl û fî’il nîn beraber
ḧeftem dên natewawin
dem û lûtyan nemawin
dest û pêyan biřawin
wan cîran ezyet dawin
heştem dên heławesraw
zerd û ze’îfin tewaw
be dar agirî piř taw
desutên cerg û henaw
wan le dinya kird fesad
małî xełqyan da bebad
be załmî de piř ’înad
her deken hawar û dad
noyem dên bogenîwyan
wek kełeşe topîwan
wan bo ta’et manî’ bûn
bo bê dînan tabî’ bûn
dehem dên zor be derde
lîbasêkyan deberda
çi car xoy le beden da
gaz gaz goştî berdeda
wan tekebbur lê deda
gepyan be xełqî deda
paşan be emrî subḧan
le nêw cem’î musłiman
ewan dûrin le ’îsyan
nûr leser wan zor ’eyan
řûnake dewr û beryan
kafir demirin le ḧeyfan
fasq dekêşin ahan
çilon xon kird małwêran
eger ’eqiłn hebaye
bîstiban we’zî melaye
qet ême le dinyaye
nendedît ew cefaye
çak bizanin birader
fermûy xudayî ekber
çî le dinya ’aqił bê
’eqîdey zor kamił bê
dayîm bitirsê le nar
hełbê le fasq û kuffar
degeł řefîqî bê dîn
eslen nebê hemnişîn
lada le meḧrematan
řû bikate wacbatan
dûr debê le afatan
le cefa û le bełatan
be sunnetî pêẍember
denparêzê le seqer
çî neka sewm û selat
weder neyêxê zekat
pena bo dînî nebat
esłen naybêtin necat
be emrî xuday ekber
mîzan dekirê musteqer
pak dekêşrên xêr û şeř
qur’an wa deda xeber
«femenْ ye’ْmelْ mîsْقەالە zerّeةٍ xeyْrًa yerehu
wemenْ ye’ْmelْ mîsْقەالە zerّeةٍ şerًّa yerehu»
hêndêk mizgênî lewan
lay xêranyan bû giran
westawin deste û nezer
xêr û şeřyan beraber
hêndêkîş piř derd û êş
gunah gewre wek gamêş
xêryan her wek bałî mêş
bo cehennem deçne pêş
be emrî danay kirdigar
xas û ’amî me yekcar
dênne meḧşerî sermest
her kes defterî be dest
řadewestin bebê hest
le xwêndinê deken qest
heta xêre dexwênin
wextê şeřan debînin
nawêrin çaw hełênin
ser leber xo demênin
însan ḧałî wehaye
deka diro û ḧaşaye
ḧaşa deka řebbîye
ew deftere î min nîye
ke însan deka ḧaşa
lêy debne şahîd e’za
le pêş destî kirdigar
e’za le ser takû xwar
şahîdî deden be zar
to be minit nekird ew kar?
le qur’anî xoş guftar
xuda way kirduwe îzhar
«yewْme teşْhedu ’eleyْhîmْ
ئەەلْsînetuhumْ ûەئەەیْdîyhîmْ ûەئەەرْculuhumْ»
însan ke way dît ewcar
gelêk debê şermezar
naymênê ’îlac û çar
ewcar dekatin îqrar
be fermanî şay ẍefûr
xuday kerîm û sebûr
melayêk deden destûr
cehennem dête zihûr
çendihezar butî kebîr
destyan deken le zincîr
be fermanî bê nezîr
le cehennem debin gîr
deneřênê û bang dekat
kwanê tarîyku alsّەلەاةFarsî
kwanê tarîyku alsّەلەاةFarsî
manî’î řoju û zekat
dûr le cum’e û cema’et
munkîrî xêr û sunnet
ca musułmanî feqîr
le tirsî řaw witekbîr
leber xofî zemherîr
pêẍember deken le bîr
cehennem deka pirsyar
ewe kêne bê serdar
dełên ewaney hejar
pêyan dełên cû û kuffar
biłên ya miḧemmed hawar
deken hawar piř be zar
be emrî xuday ekber
mela’îket çend qeder
be tertîb û beraber
çûn le tełeb pêẍember
melayîke lew cêye
depirsin le erzêye
aya lew şwên û řêye
qebrî nebî le kwêye?
erz wa deda xeber
leber tundî bay seřseř
fikirim derçuwe leser
le xom nîn aga û xeber
be emrî padşay ẍefûr
xuday kerîm û ẍefûr
le cêyek debînin nûr
nûrî deçê berew jûr
ke lewênder hate der
erz sucdey birde ber
ca miḧemmedî muxtar
le pêş destî xway cebbar
degrî wek co û řûbar
bo ommetî gunehkar
dełê řuḧim ke ewcar
bernagirin bo agir û nar
cehennem xeternake
musułman tirsinake
fermûy xalîqî wehhab
wek qur’an deka xîtab
cehennem û agir û nar
bo mîlletî gunahkar
bo bê baweř û kuffar
kes lêy nabê řestigar
fermûy xalîqî mubîn
xuday asman û zemîn
de kelamî xoy yeqîn
«we’îynّe cehenّeme lemewْ’îduhumْ ئەەجْme’îyne»
fermûy xalqî ẍeffar
çi îslam û çi kuffar
le xełqî de gunahkar
le cêy xoy bigirin qerar
defermûy xuday ’îbad
ca be gwêrey î’tîqad
řayan kêşin bo sîřat
her kes xoy bida necat
hêndêk dên bê qeydîye
deçin be emrî řebbîye
çunke qet neyandîye
nazanin sîřat çîye