ke ẍusłyan kird hatne der

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Kor
Berhema:
Eḧmedî Kor (1771-1856)
 3 Xulek  709 Dîtin
ke ẍusłyan kird hatne der
ew nûrîn debin yekser
kanyekî dîş lew qeder
pêy dełên ḧewzî kewser
kanî ewwełîn awe
însan deçî be dawe
awřî lê dedatewe
camêkî lê dexwatewe
ke xwardyanewe emcar
çaweřên bo duwem car
be emrî şahî cebbar
pêy namênê hîç medar
wekû gułî de řengîn
gułî zerd û sûr û şîn
wekû tuḧfey nazenîn
bo ḧoryan deçû mizgîn
ḧorî dewan zemanan
dên le tełeb mîwanan
dêne cê û mekanan
bo xizmet îmandaran
dêne cêy de ẍerîb
turit û řend û ’ecayb
her yekye çilan nesîb
cwan û şox û diłferîb
her yek nesîbî çilan
fiłanî binî fiłan
şadî le baẍî gułan
debin bewan şadman
ba bîkeyn seyr û geştê
şewq û zewqî beheştê
zor zor diłanî lê xoş dê
le çwar dewr û tenîştê
beheştî her te’ame
le kafran ḧerame
bo ommetî «xeyْru alْئەەنام»h
xwa bîda ew meqame
têda nîn lehwî suxen
seyrî dekey cayî eymen
«مەا teşْtehîyhî alْئەەنْfusu wetelezّû alْئەەعْyunu»
bixon çî meyl deken
beheşt cêyekî ḧeqe
biřonin çend řoj beqa
lêy řazî debê ḧeqe
her ewe darulbeqa
teyrêkî tîj û xoşpeř
sed sał biřwa keř ta keř
le mułkî yek naçte der
lew beheştî xoş nezer
dinya xułqa le îcad
beheşt xułqa le ebed
be sebeb nûrî miḧemmed
hem eḧmed hem miḧemmed
ya řebbî her toy řeḧman
’almî sîřřî nîhan
le min negrî hîç nuqsan
xuday řeḧîm û řeḧman
ger biłêm ta řojî mewt
ḧeta ’alem debê fewt
medḧî ḧeq nayete zewt
ta hîç zeman û mûdet
ya řeb be şewî heynî
be şay qabeqewseynî
îmamî qîbleteynî
îmanyan lê nestênî
çunkî hênde piř usûl
be ḧurmet îsmî řesûl
du’ayen bikey qebûł
ommetî nekey melûl
be nawî xud eḧed key
be nûrî miḧemmed key
řeḧmêk lebo eḧmed key
beheştyan pê kerem key
eḧmedî korNasnava edebîy hejar
be tobe û îstîẍfar
be řeḧmetit omêdwar
be dergat omêdewar
omêdman heye be řeḧmetî
şadin key be cennetî
degeł ehlî cema’etî
şeytan ẍerq bê de ne’letî
hezar řeḧmet le gwêdêran
cuda le şeytanî małwêran