weş amay we xeyr hey berguzîde

Li pirtûka:
Dîwanî Mewlewî
Berhema:
Mewlewî (1806-1882)
 1 Xulek  1339 Dîtin
weş amay we xeyr hey berguzîde
bo ne cay merdum ca gir ne dîde
xeylên bînayî ce dîdem řeman
beł sułḧişa bo bînayî û çeman
saqî, tirsî derd dûrîy cemînguł
wesiłim cê kerden we jarî qatił
her katêt zana fełek kełek best
damnekey wesiłim berdawe ce dest
sa dey we camê diłim biker şad
bełkû buyarû bezmê we azad
ce des bêganan yawun řehayî
mes bûn we şinoy mey aşnayî