dûy řêbendan

Li pirtûka:
Xewe Berdîne
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 2 Xulek  2459 Dîtin
bîrewerîy dûy řêbendan
demxate ser beste û bendan
řêbendanî řênwêne
le dagîrker serşêwêne
hełat hełat le hemû dyaran
pê pilîkey dêw, textî taran
dujminî kurd cê pêy lêje
ba bigêřîn geřelawêje
***
ho ho şwane be neẍmey teř û parawut
be bilwêrî le xem û derda sûtawit
barûjêne gyanî xewtûy gezîzey herd
be «swaro»yek, be «ḧeyran»êk, damirkêne biłêsey derd
***
ho ho cûtêr çewsawey xeman
xałe! řêbwarî xeyałit nîştecê bû
xeman neman
be areqî nêw çawanî berz û terzî kirêkaranit
çinarî hîwa başîn bê
le kozî řûy derdedaranit
ey kiçî cwan!
ey yezdanî dawên pakî!
dîlanî bigêře
beser çû
dîlî û zelîlî û xemnakî
ew hewrî yey le dewrî darit pêçawe
le dewrî destit hałêne
be dem sûřanî semawe
şayî degeřê le hemû dêyan
gyan hatwete asoy gwêyan
dîlan degeřê le hemû małan
pîrozbayî le hawałan
***
... řêbendan!
bew zistanem dił behare
le hemû sinûran haware
le dujminan řêbendane
bo kurdewarî gowendane
şayî nedar û hejare
ewcar hejar xoy serdare
***
mełbend beharî têzawe
qazîNava taybety mezin her wek kaweNava taybet
hêzî komełî le pişte
hewday xawî hîwa gişte
qurîng çiley zistan debiřn
çawyan le kurdistan debiřn
be pol gułî le şetawan
dexemłênin dem çomawan
bîstûme le konepyawan
sergurîştey xawen nawan:
«le sexłeta xoşîy dyarin
her zore kujey zordarin»
nezîley bapîran waye
«şew bo mêrdan wek qełaye»
***
şewey şew leşî guşîbûyn
řêbendan řêgay tenîbûyn
gyanman xara be derd û êş
řêgay azadîn girte pêş
paş çend sał le nûr dûrîman
heł bû çiray cimhûrîman
ba bigêřîn zemawendê
ba botan biłêm serbendê
ew car çînî fela û kirêkar
qet nałên xozgeman be par
derî hawîşt towî dijî
řenicber bijî, bijî, bijî