wełamî namey seyd kamîl

Li pirtûka:
Xewe Berdîne
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 1 Xulek  1491 Dîtin
namekey namî ke ḧakî lutfî serşar bû geyî
şî’rî řêkit merhemî qelbî birîndar bû geyî
darî piř berg û liqî dił zerd û zar û wişk û řût
şî’rî awdarî cenabit awî cobar bû geyî
bo minî bedbext û bêçare û zelîl û piř le ẍem
nameket deskêk gułî bon xoş û bê xar bû geyî
wasîtey qasîd le wextî fikir û endêşe û xeyał
kaẍezit bo min çekîdey fikirî eḧrar bû geyî
lutfî bê ḧedid û ḧîsabit quwetî îxlasme
şî’rekanit ba’îsî firmêskî xwênbar bû geyî
min wekû ḧezret le şî’ra kamîl û bê ’eyb nîm
şî’rî bê ’eybit ke mayey ’ucbî ḧuzzar bû geyî