bo mergî goran

Li pirtûka:
Xewe Berdîne
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 2 Xulek  2092 Dîtin
îtir leser lêwî beyan zerdexeney řoj nabînîn
îtir le bêşkey xeyała, korpey awatman nanwênîn
îtir «dengî nizmî ’udê» le «cergî perde» natkê!
îtir «tirîfey mangeşew», be naxî diła nalkê!
le cêy «cirîwey daristan» nałey diłî kost kewtuwe
goran xuday şî’rî kurdî, le xakî řeşa xewtuwe!
be «şiney sêberî darî tû» ’areqî mandûyî esřîn
bełam kułî diłî zamar, çawman piř eka le esrîn!
îtir ne «estêrey beyan», ne «neẍmey firîştey elḧan»
natwanê cergî hełqirçaw, piř ka le «hestî sipî û cwan»
ne řewtî bîr bizwênî kew, ne «kerwêşkî gurc û qełew»
ne sirtey diłdar û diłber, ne sirwey xeyaławîy şew
ne «bałdarêkî êsk sûk», ne şayî pîrozî nobûk
ne bizey bê řengî azîz, ne dîmenî geşî giłûk
îtir hîçyan sipî naken, «kwên»y matemî jînî řeş
«karebay oxe» û arezû «naxene banî řegî leş»
şepolî «deryay bê sinur» le dawênî bestêna mird!
moncî pejare peroşî qełay piř hîway diłî bird!
xudat legeł bê ey goran! ey xuday hełbestî kurdî!
ew car le diłmana zîndûy eger leber çawman mirdî!
to ’aşiqî cwanîyek bûy ke şardirawe û nadyarî bê
meftunî ew dinyaye bûy ke piř le sefa û yarî bê!
bełam ew dinya řûnake, bew heste xawên û pake!
le fîkirî toda xoy denwand, nek le ser ew zewî û xake!
ḧeyf! nemay û temaşa key, kurdistan çend cwan û xoşe!
êsta le bin «tutřikî» sûr, wenewşe bo to peroşe!
ewsa kê be «sîḧrî neẍme» legeł řoḧim sikała ka?
wişkarûy sûtawî zewqim, piř giłî ał û wała ka!
kê be zimanî aşnay dił baş legeł gyanim bidwê?
xozga gułî řeşî nîsyan le seḧray jyanim biřwê!
katê koçî zewq û huner le kêwî jyan awa bû
beheştî kurdistan çoł bû, beheştî xuda awa bû