kem derxemey xem derkerim

Li pirtûka:
Xewe Berdîne
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 2 Xulek  1689 Dîtin
kem derxemey xem derkerim
zimsan bepoy bařn heresî tanî
şewezengî tenî
herçî heye berz û newî
şar û derî lêm girte bes
şadî hêlanî hêştecê
mał kawlim
bezim û heray xem kewte řê
dewruberim
lûre û weřey gurgî çeşe
şewyar bewe keyfî xoşe
berze demaxî gurgewan
qaqay geyşte asman
pakî û cwanî, řojî řeşe
fesłî xezan derde bo min
çît pê bêjim taqe gułim
teşqî beharî nîştiman
dagîrkerî milkî diłe
leber’ewe be’şiqî xuda
bo to eger
bêcgim cêgeykî biçkołe
nîme le dił, diłgîr mebe
lêm sił meke
heste were ey nazenîn
ta lem şewe tûşî besamî řûřeşe
gişte sirûdê des pêkeyn
bo pîrozî
ba agirê berdeyne małî naḧezî û serma û soł
bay tûřeyî xełkî hejar
batî řeşî berz bê agirî
ba bo pirûzî dagrê abad û çol bo çawezar
deba biřoyn
berew behar
řû le hetaw
deheste bał bigrînewe
fesłî le řawnanî şewe
serma řoyî, zimsan nema
katî behar
befir û sehołî etwênê
pê’ekenê xo enwênê
tawê le baweşta leşim
sermay le leş pak der’eçê
ewsa leser cûte şemamey baxełit
bonî beharan bon ekem
merce le jêr
keprî qij û sêberî egrîceketa bigirim wiçan
diłdarekem, ya çaw le to netrûkênim
ewsa were ewsa were