ḧacî şêx mistefay miḧemed hebû le...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  429 Dîtin

ḧacî şêx mistefay miḧemed hebû le suleymanî. witî: mela meḧmûdêk dirawsêman bû, herçend tûşim bihataye eyut: merḧeba şêx ewła. minîş řojêk witim: mamosta min nawim mistefaye nawim şêx ewła nîye. witî: «ha başe». le dway yek dû řojî tir leser řêga dîsanewe tûşim buwewe, witî: merḧeba şêx ewła! witim mamosta, çend car’erzim kirdît ke nawim mistefaye, şêx ewła nîye. witî: «sa wełła wamzanî nawit şêx řesûłe». minîş witim hey destit be gunim.