kabrayek bû be mîwanî kabrayekî kurd...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  483 Dîtin

kabrayek bû be mîwanî kabrayekî kurd, kabray xanexoy legeł jinekey bû be şeřyan. le gwê agirdan bû, be sere bizot danrabû. jineke her kirdî be sere bizutêka û le berçawî mîwanekewe day be serî mêrdekeya û serî şikand û xwên çořawgey kird. kabray mîwan bo’ew xanexwêk zor terîq nebêtewe, witî: «bira wełła jinî îwe başe be sere bizot le kołtan ebnewe, jinî ême be tewr û tewras têman ber’ebin». kabray xanexwê lew wexteda destî bird be layekî pencey xwênekey le nawçawanî siřyewe û witî: «jinî ême ḧeqyan çîye wa legeł ême biken».