wextî xoy çayî wa zor nebû řojêk dû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  446 Dîtin

wextî xoy çayî wa zor nebû, řojêk dû zelamî şarezûrî eçne şar, têr nan û kebab exon û paşan eçne çayxaneyek -wa ezanin şerbetxaneye- çayçî dû çayan bo eba. ke eyxonewe, yekêkyan ełê: «be xwa germe. ewe bo çî waye? hawřêyekey ełê: «êsta kułandigyane, hêşta befryan tênexsitige».

le dway eme tozêk, yekêkyan dest eba û dû pûł eda be çayçîyeke. çayçî ełê: «xizme, her pyałeyek dû pûłe, ke çî be dû pyałe dû pûłim edeytê?» kabra hawarî ekird: «xełkîne! temaşay em kawraye ken çend bê însafe! ḧacî eḧey kiřnu bew pyałe zilane piřîşî le befir eka eyda be pûłêk, ke çî em pyawe bew pyałe biçkolaneye daway yekî dû pol eka. ewendeş germ bû hemû diganman sûta».