dû zelamî merîwanî çûn bo germyan bûn...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  451 Dîtin

dû zelamî merîwanî çûn bo germyan, bûn be sepan. germa bû. řojêk nanî genmyan be dowe exward. doyeke zor kem bû. yekêkyan witî: «ax bo awe sardeke, tu xwa êstake çî xoşe?» ewî tir witî: «be min êsta le «kanî xeyaran» piř koşim le nanî herzin bwaye, le destima wirdim bikirdaye, bimkirdaye be quřgima û be lwêç û lew awe sardem bikirdaye be serya». ewî tir witî: «dek małit be quř gîrê! wełła hîç şitêkit bo min nehêştewe ke basî bikem».