melayek hebû lew wiłatî badînane. le...
melayek hebû lew wiłatî «badînan»e. le sermayey dinya taqe kerêkî şînî hebû, berełay awayî ekird û ber ebuwe deẍłudanî ew ’aleme û leber eweş ke kerî mamosta bû, kes ney’ewîra dingî legeł bika. way lê hatbû gîperey milî baweşî pya ne’ehatewe. tenanet newek zelam, kerî gundîş her pêy ne’ewêra. řojêk kerî mela legeł kerî kabrayekî tir, ke nawî sofî qadir ebê, ebê be şeřyan û kerî mela be cûte kerî kabra etopênê. kabraş tenha her ew gwêdrêjey hebû ke be karwan û şite pêwey beřêwe eçû. xemî lê hat ke çî bika. witî eger êsta eçim û ełêm mela kerî to kerî minî topanduwe hîçim nadatê. newełła çak waye le pêşa biłêm kerî min kerî toy topanduwe ew wexte be şer’ eyxate serim ke bîbjêřim. paş ewe min her be şer’ekey xoy kerî xomî pê ebjêrim û hîçî pê nakirê.
hesta çû witî mamosta kerekey cenabit lenaw qersîlekeda bû. minîş kerêkim hebû, ewîş çubû bo leweř, le naw qersîlekeda bû be şeřyan û qezaw qederî way hanî ke kerekey min day le hênekey cenabit û topanî. êsta ewa hatûmete xizmetit bizanim çî efermûy? mela ke gwêy leme bû tuře bû, witî çon to kerî min etopênî û herwa be hîç biřwa? şer’ efermiwê ebê bêbjêrî. sufî qadir witî: qurban le kam kitêba wa efermiwê, ême mûsłimanîn û bepêy şer’ ebziwînewe, çî ew bifermuwê nabî lêy lařê bîn.
mela emey zor pê xoş bû. witî: bawkim le «enwarî meznê»da wa efermuwê û pelamarî «enwarî meznê»y da. sofî qadir witî qurban dyare bom exwênîtewe. mela witî: bełê, bełê bot exwênmewe. şer’ gewreye, nabê lêy derçîn. destî bird ’eynekekey hełgirt û telekanî ke lar bûbû tozê řastî kirdinewe û xistye ber çawî û kitêbî le berdemî xoya dana û destî pê kird. sofî witî qurban ebê man’aşim bo lê deytewe egîna tê nagem. witî: bełê çon man’at bo łî nademewe. ewete efermuwê: «abicd» cûte kera cût bîn cût. «huz» hewesanyan hesta, «ḧitî» hemî hewî xist -be şêwey badînan - «kilmin» kelemekey ber zikî kewt-her be şêwey badînan-. «si’fił» kerî firřifisê kird. «qirişt» sikî şeqî bird û qîřanî, «ixiř» kewte xîzexîz û gîzegîz «viziẍ» fitbark alilh aḧsin alxalqînErebî. zû bêne heqî kerê şîn.
emca «sofî qadir» witî: de be xwa mamosta, kerî to kerî minî topandye, bêne heqim. mamosta tozê řama û witî «abin ḧicir»anîş heye, bizanim lewa çi defermuwê. «abin ḧicir»y hênaye pêşewe û destî kird be xwêndinewey û witî: «lulak, lulak, lima xilqit alaflak, sibuḧ qidus, sibuḧ qidus ribna ma xilqit hiřa batla»Erebî.
kuřim man’akeşî emeye: kerî mela le kołanan, le naw qersîl û naw loyan eger xulqyan têkda û xistyane felaketewe, leser sibeynan leqey hawîşt û be qeder day le kerî «sofî qadir» řêbwar û xelqî gundan, ba birîn hezaran batman le hûnyetî. «řibna ma xilqit hiřa batla «hîçit nakewê û heste biço bewla.
sofî henase sard dest le gûnan berewjêrtir be řêgey xoya geřayewe.