le dewrî fera mîrzada le sine kuřêkî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  471 Dîtin

le dewrî «fera mîrza»da le «sine» kuřêkî «zaxe»yî leser dizî gîrabû, fera mîrza fermanî xinkandinî derkirdibû. řojêkyan bo xinkandinekey danabû, lew řojeda leber «dermał» sêdareyan bo hełxistibû, kuřeyan hêna bo jêr sêdare, dayke pîrêkî hebû ewîş hatbû bo ser sêdareke û be giryan û zarî bo kuřekey, diłî ew ’alemey kirdibû be kebab.

fera mîrzaş leser telarekewe seyrî xinkandinî kuřekey ekird, kuřeke çawî be daykî kewt, serî berz kirdewe û bo lay fera mîrza û witî: şazade taqe awatêkim heye le seremerga becêy bêne. feramîrza witî: daway çî eka boy cêbecê ken. kuře witî: awatim eweye, a ewe daykime, minî bexêw kirduwe û şewnxunî bedyarewe kêşawim, řêgey biden bête lam destêk ekeme milî û hîçî tir. daykyan birde layewe destî kirde milî kuřekey û ewîş destî kirde milî ew. witî: daye eme axir çawpêkewtinme, zimanit derbêne ba maçêkî bikem. daykekey zemanî derhêna û kuře demî nizîk kirdewe û zimanî bird be dema û le bina zimanî qirtan.

dayke xełtanî xwên bû, lewê kewt. fera mîrza em îşey zor be lawe seyr bû, witî: a bom bênin, bizanin bo çi lew wexteda way bem daykey xoy kird? kuřeyan bird û lêy pirsî.kuře witî: şazade! a em sêdareye ke bo min hełxirawe, eme em daykem boy hełxistûm. fera mîrza be sersamyekewe pirsî çon? witî: şazade! min minał bûm, řojêk çûm le małe dirawsêyek hêlkeyekim dizî û hênamewe. daykim lêy pirsîm emet le kwê bû? witim lew małem dizî. gełê be dewrma hat û pêy xoş bû, witî řołe biço hî tirîş bidze. îtir hemû řoj eçûm hêlkem edzî, paş maweyekî zor emca eçûm mirîşkim edzî û emhênayewe boy. paş ewe eçûm şitî tirim edzî û le axra wam lê hat kar û firmanim bû be dizî û řêgrî. ta řojim bû bem řoje, eger hewełcar ew serzeniştî bikirdimaye û pêy bûtmaye şitî wa meke, xirape, bo çî tûşim ebû be tûşî em řoje řeşewe? ke wate ew sêdarekey bo hełxistûm. êstaş min hîçim le dest naye lem wexteda tenha ewe nebê ew zimaney ke minî handa bo dizî, bîbiřim û tołey xom bisênmewe.

fermanî mîrza ke gwêy le qisekey bû, be qiseyekî gewre hate berçawî, le kuřeke xoş bû, fermanî da sêdarekeyan hełgirt.