mela ’ebdulreḧîmî çuristanî le dêy feqê...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  514 Dîtin

mela ’ebdulřiřeḧîmî çuristanî le dêy «feqê cine» bû. mangî řemezan ser le êwareyek le mizgewta danîştibû û we’zî eda, eyut: ewaney ke lem dinyada çake eken û emirin, tołey çakekeyan ebînnewe. hemû demêk çawyan leweye ełên birya destiman bigeyştayetewe be xizim û kesukar û dostekanman pêyan bûtnaye ewey ême kirdûmane êweş bîken. herweha ewaneş ke le dinyada xirape eken, paş mirdin tołey xirapekeyan ebînnewe. ewanîş ełên birya destiman bigeyştayete dost û kesukarekanman pêyan bûtnaye ewey ême kirdumane êwe ewe meken. ḧesen begî qadir begî caf ke mela bû ewîş le we’zekeda hełîdaye, witî: mamosta ke wate lew dinyaş řeḧetî her nîye. çunke ewey çake bika û xirape bika her tûşî ew meraqe ebê lewêda ke biłê bigeřamayewe dinya bo ewey kesukarekem tê bigeyenim. dey eme key waye ke êwe êjin ke le beheşta hîç xiraweyek û derdedłyek nîye. desa we qewrekey ḧeme paşa xwa eme fitneye dirustî kirdige, fitne.