kerîm xanî zend pêyan ewt wikîl alir’aya...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  633 Dîtin

kerîm xanî zend pêyan ewt «wekîleřo’aya», dadguster û mîlletperwer bû. le geřanekeya be wiłatî kurdewarîda bîstî pyawêkî zor be ’umir le dêyek heye, leber temen dirêjî her le naw cêgeda kewtuwe, le qise û giftuguda wirya bû, bełam hêzî hełsukewtî nemabû.

wekîleřo’aya nardî hênayan û řêzêkî zorî lê girt û gelê dengubasî konî lê pirsî. paşan pêy wit daway çî ekey bîke. pyaweke witî: to natwanî şit bidey be min. wekîl witî: eme qiseye to eykey? min çon natwanim şit bidem be to? witî: ke şitit le dest dêt cwanîm bo bigêřewe. wekîl witî: eme le dest mina nîye. kabra witî: emet pê nadrê beheştim biderê. witî: eme to daway çî ekey? emeş le dest mina nîye. witî: ke wate bim gêřewe bo şwênekey xom.