kabrayek hebû lew sere saman û małekey...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 6 Xulek  862 Dîtin

kabrayek hebû lew sere, saman û małekey lewane bû le hemû ew wiłateda nawî derkirdibû, le cût û berecût, le gund û awayî le berze û bax, le pare û pûł hełîdabowe meger xwa bîzanê. koşkêkî dirust kirdibû lew dewre û lew maweda meger her koşkî padşahî wa bwaye, be hatuçokirdinî noker û kenîzekan û be piřme û ḧîley řewe espan û qełembaz pestinî tule û tancî, be dengî tewawî «bulbul» û «qumrî» leser çiłî daran û lenaw baxçey gułistana, be xuřey cogele awî naw ḧewzî kafurî jyanî em kabraye bibû be jînî diłdaran, bibû bew kesane ke lem dinyayeda beheştî berînyan dest kewtuwe.

her řast le bindestî koşkî em kabrayewe «kewêł»êkî biçkoleş hebû ke hî pyawêkî hejarî dûr le hemû ni’metanêkî dinyawe bû. çwar topełe quřî xistibuwe ser yek û be bełim û zel serekey girtibû û nawî nabû xanû, xoy û jinekey be şew tyaya eḧesanewe û be řojîş her ewendeyan îş dest ekewt ke nanêkî dest kewê û hîçî tir.

řwałetperistî dinya zor seyre, agir û aw, řeş û sipî, tałî û xoşî, zor car le tenîşt yekeweye! koşkî aẍa bew hemû xoşî û cwanîye, bew hemû xwardin û poşînî řengawřeng û nazdarîye, pyaw hîçî tirî lê nabînê tenha kameranî nebê, kołîtî kabray hejarîş bew hemû xirapî û pîsîye. bew řût û qutî û bê nan û bergîye, dîsan pyaw hîçîş lewa nabînê tenha kesasî û diłtengî nebê, ke çî wekû em burce ’acîye em zince atacîye le tenîşt yekewe lejêr sêberî bistêkî ’asmana ko bûnetewe lenaw herdûkyana tałî û xoşî her ko bûnetewe! ne ew be tewawî ne emîş be tewawî kewtote koşî kesasî û naxoşîyewe, wekû řwałetekey xoy bang eka.

her leber eme bû boye aẍajnî xawen koşk beyanîyek nebû le xew hestê û le serewe çawî be bejin û bałay kabray řûtełey naw kołîteke nekewê ke eçû lenaw gome quřawî ber małekeyana le katî mela bangidana meley ekird û siłî ekird bo ewe nwêjekey beyanî neřwa, ke çî mêrdekey emîş, etut çořî şîre û awekey etut awênebendî dergay mîre! her nebû carêk řê kewê û biłê: «nyetme bem awe leşpîsî le serxom la ebem!» em dû dîmene karî kirde diłe naskekey jinî aẍa, ya jinî aẍay xawen koşkî firawanî diłteng! naçar emîş agirî ciger hełî girt û řûy kirde mêrdekey û witî: «pyaweke! a ew jin û pyawey ke le tenîştimanewen, lêfeyan asmane û řayexyan zewî, şew nîye bebê şewçerey bûkênî řoj nekenewe û beyanîyek nîye leşyan be awî «kam» teř nekenewe, xorakî gewreyan herzine û teřayî demyan doy turş! ke çî ême bem hemû naz û ni’mete û şwênî diłguşa û mał û samanewe carêk nabînim be hîway arezûyekewe destêk le gerdinî yek bikeyn! eme çi řojêke û eme çi jyanêke ême hemane!?»

mêrdeke witî: «afret ewan wayan bo hatuwe êmeş waman bo elwê, eger ew naz û nazdarîyey ême tyayin ewanî tya bûnaye, newek be mangêg bełkû be sałî carêkîş pêyan ne’ekira awiř le şewçerey bûkênî bidenewe!»

mawe zorî nexayand, pyawe zorî wit û jine kemî bîst. le axra pyaweke witî: em hewîre zor aw exwa, eger her wa biřwa em jine ekewête dinyayekî tirewe. newełła wa çake çarî bikem! řojêk nardî be şwên kabray hejarî dirawsêyda û pêy wit: to îşt çîye? witî: qurban kołkêşî, eçme bazar, sa çwar koł bo çwar kes hebû hełî egirim û şitêkim edenê û dêmewe û îtir şukirî xwa ekem. aẍay xawen koşk witî: bawkim to heqî dirawsêyetît beser minewe heye, namewê wa řabwêrî. ha eme sed lîre biço dukanêkî pê dabnê û pêwey dest bike be kesabet û tucaret. destî bird sed lîrekey naye berdemî witî: her wextîş eger bût bimderewe eger neşt bû hîç.

kabra gelê du’ay xêrî bo kird û be diłêkî piř le xoşîyewe sed lîrey hełgirt û hatewe. ew şewe kewte lêkdanewey, ke çî bika û çî neka û çî bikirêt û be çîyewe xerîk bê?! xewekey lê têk çû, geme û gałtekeşyan nekird! şewî dwayî her bew core û serbarî eweş pejare daygirt ke axo axrî em îşey be çî ebê û be çî nabê?! ew şeweş her hîç! be her cor bû şewî sêhem puçełêk kira! lew lawe jinî aẍay xawen koşk beyanyan, wek caran, seretatkêyetî bizanê kabray dirawsêyan leser îşî xoy mawe, seyrî kird dû şewe beyanyan mele û wisłekey nemawe! çû be mêrdekey xoy wit ewîş witî: carê hêşta le kwête we le kubanewe?!

kabra lemlawe řojî sêhem çû hendê şitumekî kiřî dukanêkî dana, ke dukanî dana û kewte nima û pare û ḧisabatewe, ne şewçerey bûkênî le fîkir ma û ne xwardin û nûstinîşî bo ekira, be corêk xerîk bû, ne şewî şew, ne řojî řoj! ewî be diłya nehataye here ew îşe xêre bû! jinekeşî car car destêkî têwe ejend ke pyaweke boç wat lê hatuwe?! pyaweyş ewa kewtote ’alemêkî tir!

emca jiney xawen koşk çuwe lay mêrdekey xoy, witî: pyaweke têm nageyenî eme çi basêke? caran emane wekû çoleke wa bûn? ke çî êste hezar xozge be ême! pyaweş witî: jineke çît tê bigeyenim? emane le hewełewe hîç şitêkyan nebû, be taybetî pyaweke, ewî ke fîkir û xeyał xerîk bika, ew neybû, hemû îşêkyan hatbuwe ser ew îşe, êsta pejare û hełsûřandinî em çwar pûłe ke be destîyeweye xerîkî kirduwe û îtir be ser hîçî tiryewe naperjê, emeye îşî dinya: ewî banî zortire befrî zortire, ke wate peřoyek le ḧałî min dadře!

kabray hejarî hendê şitumekî kiřîbû û firoştibûyewe, şewê lenaw cêgekeda kewte pejarey ewey ke emcare çî bikřê? we aya eger şitêkî tirî kiřî, tyaya ser’ekewê? ya parekey eřwa? em şeweyanî her be carê têk çû, wextêk be xoy zanî giznigî beyan le kiławrojney kołîtekewe hate xwarewe! ew wexte hoşî hatewe be xoya, dengî nekird, ta hetaw kewt, sed lîrekey hełgirt û çuwewe bo lay aẍay xawen koşk witî: «qurban xwa řawestawit ka, eme sed lîreket û xoşîyekey caranim biderewe!»