newzad le xanedanêkî gewre û...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 57 Xulek  1345 Dîtin

«newzad» le xanedanêkî gewre û binemałeyekî nawdar bû, be pêy řoj û çerx berebere le piley xwêndewarîda serkewt, her bo xwêndin řûy kirde wiłatan û danişga berzekan. bawkîşî hîç dirêẍî lê ne’ekird, çon dirêẍî lê eka, ew be samanî zor le hemû wiłata nawbangî derkirdibû. newzadîş be zîrekî û danayî mamostakanî danşisera û danişgakanî kirdibû be emustîley destî. bem hoyewe heç xwêndinêk hebû newzad tewawî kird û hîç nemayewe ke destî neygatê.

řojanî qutabyetî -ba zor dirêjeş bikîşê- her dewrî gelałeye. ewey byewî pere bisênê û bikewête naw deryayekî zanayî û fîkirewe, ew řojaneye ke dewrî derz û xwêndin le koł ebêtewe û xoy ekewête naw ew dewrewe ke baweřî leser nefsî xoy bê û piştîwanî mutała û koşşî xoy. xoy pê bigeyenê, ca her yeke le řûyekewe û heryeke le qapîyekanî ’îlmewe.

«newzad» lew řojaneda ke qutabî bû, xwêndinewey bêcge le dersekanî xoyşî her zor bû, hemû car le kun û qujbinî kitêb û govar û řojnamekana, çawî be wişey kameranî(se’adet) ekewt û çawî bew manayane ekewt ke le kameranîyan edayewe û her yeke be corê basî ekird; yekê eyut kameranî eweye ke pyaw zana bê, yekê eyut ke leşî saẍ bê, yekê eyut eweye ke samanî zor bê, yekê eyut eweye ke pyaw jin û małî be diłî xoy hebêt. be kurtî her yeke be corê basî ekird û hîçîşyan ne’egîştine encam, çunke hemûyan le axrî qise kanyana tegereyekyan tê exist û kameranîyeke têk eçû.

newzad em xwêndinewane û em ceng û heray bîr û baweřane way lê kird ke mirxî bipeřête ser dozînewey kameranî û hestê biçê bisûřêtewe bizanê kameranî kameye. xwêndinî xoy tewaw kirduwe û samanî bawkîşî zore, etwanê bo em řêgeye çonî bwê wa bika. hesta lem şar bo ew şar lem gund bo ew gund destî kird be geřan. zyatir mebestîşî lem firmaneya ewe bû bizanê kameranî lay kê heye, ta emîş xoy bika wekû ew. bew xoşî û asayşe řabwêrî. sereta řêy kewte dêyek lew kwêstane, koşkêkî gewrey berçaw kewt, řûy tê kird û çû le dîwexanekeda danîşt. dîwexanêkî gewre, gelê le hî małegewre cwantir û xoştir bû. piř ferş kirabû le qałî kaşan, semawerî heşt terxan lew lawe, çend xizmetkarêk hemû be cilubergî kurdî cwanewe, dest leser xencer řawestan û çaweřêy ferman eken, dewrî koşkekeş hemû baẍ û guł û daristane. neway bulbul û qumrî û kotre û barîke le naw darekana dengyan legeł firîştey asmana têkeław kirduwe.

em danîşt û zorî pê neçû xor le zerdepeřa bû, berdîwexaneke şiłejey tê kewt, ke seyrî kird wa pyawêkî kełegetî her zor cwançak, dû deste fîşekî řawî le piştaye û tifengekeşî be desteweye(tifengî řaw), swarî maynêkî řeşbore buwe û çend swarêkî tirî le pişteweye, de dwanze tûle û tancî be dewryana hełqun hełqunyane, çend daneyekîş kerwêşk û meřekêwî ser biřwawe û beser wiłaẍêkeweye.

swarey lawçak dabezî û çend zelamêk çûn be pêşwazîyewe, tifeng û fîşekekeyan lê wergirt û be řûyekî xoş û demî piř le pêkenînewe hate dîwexanewe. tumes eme aẍay wiłat û xawenî koşke le řaw buwe û hatuwetewe. ke çawî be kuřey mîwan kewt, kuřeş leser û řwałeta pyawêkî pyawane bû, newazşêkî zorî kird û lewane bû wekû şeker le berdemya bitwêtewe, danîştin û zor be xoşî řayanbiward.

kuře her çende seyrî ekird hîç natewawîyek le jyanî em kuře aẍayeda nîye û řeng û řwałetî be tewawî wa pêşan eda ke ewey xefet û hoy naxoşî bê, le dinyada tuxnî nekewtuwe. kuře dû sê řoj mayewe û řoj be řoj xizmetî zyatrî ekira û tapoy şadmanî le aẍada zyatir der’ekewt, emîş be tewawî kewte ser ewey ke kameranî ewete le lay ew pyawe û le hîç cor natewawî nîye. le diłî xoya witî ke çûmewe em core jyane ke em bo xoy řêkxistuwe, min bo xomî řêk exem û îtir dest ekeme milî kameranî û ta mawim bem core řa’ebwêrim.

ew řoje ke řojî řoyştinî bû, danîşt û legeł kuře aẍada kewte qise kirdin, witî: biram min wekû bom derkewt lem çend řojeda to le hîç şitêk natewawît nîye û wa dyare be endazey serî derzîyek ew şitaney ke jyan naxoş eken nehatûn be lay toda, lem dîdenîyet ke kirdim zor supasguzarît ekem, çunke xistimte ser dozînewey řêgeyekî şadmanî. aẍa be řûyekî xoş û lêwêkî piř le zerdexenewe hate qise û witî: beřastî minîş em çend řojey be hoy řabwardinim legeł toda her çî xefet û naguzurîyekim hebû hemûym le fîkir çuwe. ke em řisteyey wit kuře kispeyek le cergîyewe hat, witî dyare xirap tê geyştûm. daway ewet lê ekem ke min û to dû birayn û ta mawîn pêkewe řabwêrîn û be cêm neyełî. kuře witî çon? boçî hîç şitêk heye ke em jyane cwaney min le towe dîwme têkî bida? wa daway manewey min ekey legełit bim?

witî: her deng meke û mepirse, ewî min tyayam yaxwa kes têyda nebê. amozayekim heye eme çend sałe le ser hendê berecût lêman buwe be kêşe û fiłanî derdim edatê. swar û sûr zewîyek hî mine û lêy dagîr kirdûm, pelamarî qapî ḧikumetim da seyr ekem ew zyatir tûşî pare û xem û xefetî kirdim, eme çend sałe min be hatuçoy řêgey şar û pare xerickirdin lem řêgeyeda be tewawî piştim şikawe, řojêk le sera çawim pê kewt kołî ḧemałêk qaqez û defter lem îşey mina serf kirawe, keçî taze hêşta her hîçî dyar nîye, eger biřwa ekey, nirxî zewîyekanî min gelê kemtire lem paraney ta îsta min tyayanam xercim kirduwe, eme bêcge le parey ew hemû qaqez û defteraneye ke le qapî ḧukumeta boyan dirust kirawin, çunke xo ewaneş be xořayî pêknehatûn, ew kak me’mûre ke ewe enûsê, ewey le çapî eda, ewey lem jûr eyba bo ew jûr, ew merekebe, ew qaqeze, ew qełeme ke emaney pê cêbecê ekirê, hemûy kirawe, keçî min her le şwênî xomim. tuxwa bira wazim lê bêne û derd û xefet kuştûmî, êstaş em tikayet lê ekem ke le lay min bimênerewe. to bira gewre û min bira biçûk, diłim pêt ekirêtewe.

kuře witî: sipast ekem bo dostayetî û hestit beranber min, bełam min be şwên şitêka egeřam. sereta lam wabû lay to dest ekewê, katê ke êste seyr ekem naz û ni’met û koşk û dîwaxanî toş dûr lew şiteye, ke wate be du’a! her çend kuře eẍa tikay manewey lê kird, em gwêy nedaye, maławayî lê kird û becêy hêşt.

milî řêy girt û wirde wirde rûbeřûy şarêkî cwan be řêkewt. hate naw şareke û destî kird be geřan be naw bazar û kołanekana û çawî ebřîye naw çawî danîştuwanî ew şare. seyrî her kesî ekird -le gewre û biçûk- be aşkira bokřûzey cerg sûtawî û dûkełî pejarey eçû be ’asmana. kutupiř le la kołanêka temaşay kird pyawêkî řîşsipî nûranî dezgayekî le berdemaye û parçe çermêk lew layeweye û gaz û gaznêk lem layewe û cûtê kewşe konî be desteweye be derzî û dezwêk xerîke pîney eka û her toze ne tozêk yekêk dêt cûtê tirî bo dênêt û emîş lêy wer’egrê û be tewawî řûy geş ebêtewe.

çû le nizîkî em kabrayewe řawesta û ew řoje her serincî îşî em pyawe û serincî ser û řuwe xoşekey em pyawey eda. ke kewte êwarê temaşay kird pyaweke kîse parekey le baxełî derhêna, derametî ew řojey sa her çende bû lêkî dayewe û bijardî. zorî pê xoş bû. paş ew şitumekekanî ko kirdewe, xistinye hemanekeyewe û day be şanya, řuwew mał buwe û emîş şwênî kewt, seyrî kird kabra řûy kirde xanuwêkî biçkoley nîweřûxaw, ew çuwe xanuwekewe û emîş geřayewe. ew şewe çû le mizgewtêk nûst.

her le fîkirî řabwardinî em pyaweda bû ke çend be xoşî û bê xem û xefet řa’ebwêrî û wekû biłêt ewey towî pejareye tuxnî ew pyawe nekewtuwe. witî bibê û nebê kameranî ewete lay em pyawe, sibeynê minîş eçim dezgayek û çekuş û gazêk legeł parçe çermêka ekiřim û le lakołanêka minîş bo xom dest ekem be pîneçyetî û bew diłxoşye ke ew ray’ebwêrê, minîş řay’ebwêrim.

ewe şewe nûst û beyanî hesta nwêjî kird û çuwewe bo şwênî kabray pîneçî, lewê řawesta, zorî pê neçû kabray pîneçî be xoy û hemanekeyewe hatewe û danîşt û destî kird be îşkirdin, bełam biłêt řûxoşîyekey dwênêy nemawe. kuře leme zor serî siřma, hesta çû be layewe, siławêkî lê kird û be byanûy ewewe ke kewşekanî le la pîne eka, le tenîştyewe danîşt û herwa destî kird le barî guzerana beser eba.

kabray pîneçî destî pê kird û witî hezar şukir bo xwa, beyanyan dême ser em îşem ta êware xwa ewî ke be beşî minî zanîbê bom enêrê û êware eçmewe naw mał û minałî xom û xom be şa ezanim, jyanî xom be jyanî hîç gewrepyawêk nagořmewe, bełam...

ke witî bełam, em diłî daxurpa. witî: ê.

bełam kuřêkî fîqnem heye, be lay xoyewe le mekteb exwênî, lêm buwe be aẍay sermanan û be xanî dîwaxanan, beyanyan ke heł’estê hezar biřubyanûm pê egrê, sê çwar core xwardinî ewê, parey gîrfan û qîte qîtî naw kołanekanî ewê, cilî cwanî deqkiraw û řonî «fukul»y serî ewê, ew xerc û bacey ew le minî ewê, qerenî aẍa le bayz aẍay bawkî dawa naka, îtir çawî lewe nîye ke min pyawêkî hejarî pîneçîm, ta dû qeran peyda ekem, hezar derzî û direwşe eçê be destima û hezar kispe le cergimewe heł’estê, çawî lewe nîye ke ême le mał xêzanbarîn, eger hemû derametekey min ew xercî ka, xêzaneke çî biken û çî bixon? serbarî emaneş kase ekewê le kewiçk, cinêw bem eda û şeq lew heł’eda û xêzanî ew małe be destyewe hatûnete zelalet. xoy be mektebî û efendî ezanê. temeşay kuřî ḧeme eẍay koye eka, temaşay ewe naka ke bawkî pîneçîyek û derametekey be hezar şeřeşeq dû qerane.

beřastî bira xem û pejarey kirdewe û xonenasînî em kuře metkebyem dinyay lê kirdûm be çermî çoleke û boyşim nagêřêtewe. ewa gîrim xwarduwe be destyewe nazanim çî lê bikem, hemû řojê awat be mirdinî xom exwazim. ke kabra em qisaney kird, kuře witî bira kewşekanim biderewe min kewş çak nakem û le diłî xoya witî dyare kameranî serî be małî ew هەژاەشا nekirduwe lêyda řoyşit û wiłatî mamey pîneçî becê hêşt û řuwew şarêkî tirî gewrey be dîmen be řêkewt, şareke be dîmen bû, her le dûrewe dyar bû ke koşkekanî wekû menarey řengawřeng lûtyan teqîbuwe be asmana.

le dewruberî koşkekana giłopî ał û wała edrewşanewe, le naw çîmenî koşkekana darî dar ’er’er û sinewber şanyan eda le şanî berzayî koşkekan. ke çawî bem dîmene kewt witî bê guman emane ke min berçawim ekewn, eme hemûy dîmenî «kameranî »ye û bê guman xezney xom lem şareda ebînmewe.

be kołê diłxoşîyewe řûy kirde nawşar û destî kird be geřan be naw kołan û şeqamekana. dyare pyaw ke çuwe şwênêk kwêy lêwe dyarbê û berçaw bê, ew cêgayane egeřê. wekû le dûrewe dîbûy koşke berze perdaxekan řast bû, zor cwan bûn. şeqamî dewruberî em koşkane hemû pak û xawên û çewřêj û qîrtaw bûn. geskiderekan bem la û bew lada be xoyan û be geskekanyanewe cirit û firtyan bû. dartelî karebay ew kołanane her yeke sê çwar giłopî gewre gewrey pêwebû.

leber ewe jêr şeqamekan hemû «řehen» bû, her beynî çend hengawê le qerax şeqamekewe kun hebû, meḧecerey asnî beserewe bû, bo ewe awî baran ya awî şordinî kołanekan lewêwe biçête leẍemekewe û «mîkirob» û ciřucanewer dirust nebê bo danîştuwanî koşkekan. kutupiř seyrî kird lew kateda mekîneyek hat dermanî ciřucanewer kuştinîşî be kołanekana biławkirdewe. berderwazey her koşkêkiş otombêlî taybetî xoy řawestabû, xetî telefonîş le hemû koşkêka dyarbû. be řastî şarêkî cwanî berçaw kewt. lewêwe řûy kirde şeqame giştîyekan û ew şwênaney ke zortir řêbazî bêganan û hemû kesêke û zor leber çawe. temaşay kird em şwênaneş gelê le şwên wiłatî koşkekan řêkupêktir û cwantir û baştir û pak û puxtitrin. kaxî dayekanî ḧikumet ewende berz û řêkupêkin û ewende tewaw û be dîmenin, be bê qise pyaw exene ser ew baweřey ke emane peykerî ’edil û dadin newek heykelî xişt û asin û çîmento.

kuře le bînînî em dîmenane bist be bist geşkey ekird û le xoşîyana agay le xoy biřabû, her hengawî heł’ehênayewe û egeřa. wextê le xewî dîmenî cwan peristîy xeberî buwewe xoy le lakołanêkî tengeberî pîsî piř le çiłkaw û quřawa çaw pê kewt. xoy le şwênêka çaw pê kewt nazanê leber pîsayî û bogen çon hengaw hełênêtewe û çon biřwa. xanuwekan hemû wekû kolîtî małe dom wabûn, çira le naw kołanekana nebû, bogenî awî małan ke eyanřişite kołanekanewe mêşkî pyawî ebird be ’asmana. mindałanî zerd û lawazî ew małane eçûne naw quř û çiłpawekewe û ta ejnoyan bibû be qîrî řeş, mêş û mêşûle dewrey lê dabûn, be corêkî wa hemû xwênî leşyan mijîbûn.

kuře emaney zor be lawe seyr bû. witî eme çîye, min le kwêwe kewtime kwê? be her cor bû xoy lew kołane derbazkird û çuwe kołanêkî tir. seyrî kird ew xiraptir! witî: ke wate ba min çak bigeřêm. çakî lê be lada kird, hemû şareke geřa, ew şwênane ke dûrin le řêbazî hatuçokeran temaşay eka yek le yek xiraptirin.

tumes eme lem şareda tenha ew cêgayaney ke leber çawe û ew geřekane ke şwênî pyawe gewrekane zor be cwanî temaşayan ekirê û şwênekanî tirîş le naw ew pîsayî û bogeneda etlêtewe. ke emaney berçaw kewt, witî: aferim ’edałet û kameranî.

geřayewe bo geřekî pyawmaqûłan, ehlî wiłatî pyawmaqûłan hemûyan řûmetyan wa pêşan eda ke le bezim û xoşî dan û hemû le koşî kameranî dan. lew kateda kutupiř seyrî kird pyawêkî be dîmen le yekê le koşkekanewe hatederewe û hemû leşî her pê ekenî. le pêş hatnederewey ewda şofêreke otomobêlekey le geracî koşkeke hênabuwe derewe û dergakey kirdibuwewe, pyawe be dîmeneke hat û swar bû, şofêr dergakey daxsitewe û çû liẍawî otomobêlî girt be destewe, lêy xuřî beser şeqame cwanekana. kuřeke dîmenî řeng cwan û gonay sûrî em pyawey çuwe diłewe. witî bibê û nebê em pyawe ya xoy tapoy kameranîye û çuwete pêstî emewe we yan be lanî kemewe beşêkî zorî le kameranî heye, bełkû biçim û em telîsmem bo bişkê.

otomobêlî be kirê beser şeqamekana eřoyşit, ewîş her xêra bangî otomobêlêkî kird û swar bû be şwên kabray gona sûrî xawen koşka têy teqand. zorî nexayan otomobêlî pyaweke leber koşkêkî gewreda řawesta û lêy dabezî û řûy kirde koşkeke. emîş dabezî û be şwênya řoyşit, meger eme şwên seray ḧukumete û em pyaweş pyawêkî gewreye le ḧukumeta, le jûrekey xoy danîşt.

mayewe ser em, emîş şiřebare û dîmenêkî way nîye çon etwanê xoy le pyawêkî wa gewre nizîk bixatewe. řewştî em kuřeş wabû bîwîstaye legeł her kesêk bibê be aşna, le řwałetda xoy ebirde payey ew kese. kabray pyawmaqûłî le jûrekey xoy cê hêşt û hatederewe. be fiřkanêk çû le yekê le koga gewrekana destê cilî zor nayabî hełgirt ke şayanî şa bê. lew lawe otomobêlêkî modîlî îmsałî be kirê girt û pêy wit bimgeyene bo fiłane şwên û lewêş çaweřêm bike ta dême derewe.

giř be tirumûbêl le berqapî serada westa û kuře dabezî, feřaş û şit ke çawyan pê kewt řêgeyan bo çoł kird û selamîşyan bo ekird. seyrtîş ewe bû neyan’ezanî eme kêye? em bewî ewt eme bege, ew bewî ewt ne, aẍaye. emîş be serbestî lêyda řoyşit ta geyşte berdergay kawray zile. dergawanekey ewîş dergay bo kirdewe û çuwe jûrewe. ke çû seyrî kird wa kabray aşnay lew serewe leser سەنگەلێەکی nayabî yaylî danîştuwe û mêzêkî fire gewrey le darî gwêz dirustikirawî birîqedarî le berdemaye, serekey piřyetî le qaqez û fayl hełçinrawe. zengeke be pişt seryeweye, çwar dewrî jûreke be moblyatî cwanî taze piř kirawetewe çend kesêkîş lewê danîştûn, her yeke fincanê qaweyan le berdemaye.

emîş çû selamêkî daye ḧazrî -xwa heqe- hemûyan hestan. dîmen û cilubergekey ew, dîmen û ciluberge nebû, hemû kes şermî lê ekird. emîş danîşt û qaweyekyan bo hêna, ke em çû «beg»eke xerîkbû basî řabwardin û ahengî wiłatekanî awrûpay bo mîwanekanî egêřayewe, ke çonî řabwarduwe û çon her şewe le şwênêk řojî kirdotewe. ke qisekanî egêřayewe etut şeker le demî ebarê, şekirêkî wa ke be dirêjayî zeman her şîrîn bê. kabray lay xoman witî: lê geřê pyawî kameranim dest kewt û ke çûmewe îtir wekû em ekem.

kitupiř zengî telefoneke lêy da, bege berzî kirdewe û hełław, dyarbû be qisekana ke basî řabwardinî şewî řabirdûy egêřayewe, emîş dostêkî tir bû ke ew telefoney kirdibû. be yadkirdinewey řabwardinî şewî, zyatir le çareke se’atê xerîkbû, qaqay pêkenîn eçû be ’asmana.

lem kateda ke em xerîkî telefoneke bû, feřaşeke hatbuwe jûrewe westabû. ke beg telefonekey danayewe feřaşeke witî qurban ew pyawane le derewe çaweřêy ewraqekanyan eken, ke le xizmet cenabtanaye. her feřaş emey wit, beg lêy tuře bû û witî biçore derewe, çawit lê nîye mîwan danîştûn, biço pêyan biłê sibeynê bênewe.

feřaşeke çuwe derewe. ew legeł mîwanekan kewtewe qise kirdin û tewawkirdinî basekey ewrûpay. lew qisane buwewe, nebuwewe. yekê le mîwanekan lêy pirsî witî meseleketan legeł «xane beg»da çî lê hat?

ke ew nawî xane begî hêna kabray begey lay xoman, řûmete sûrekey nema û řengî têkçû. ew kuřeş boye danîştuwe çaweřêy hestanî mêwanekan eka. ke ewan biřon û em hendê pirsyarî zyatir řûn bûnewey kameranî le beg bika. keçî beg destî kird be qise kirdin û henase hełkêşan. way lê hat wekû le hemû jyanya katêk xoşî nedîbê wabû, kewte derdedił kirdin.

her kewte em qisane, kuře seyrî kird wekû le dinyada lem kabraye xembartir û lem perêşantir nebê waye. bokřizey henasey be dest «xane beg»ewe lewane bû jûreke bisûtênê, emca kewte gêřanewey ew derdedłe û gêřanewey ewe ke çon şew û řoj le pejarey berbestkirdnî em xane begedaye. meseley «xane beg»yiş hîçî tir nîye tenha ewe nebê; me’mûrêke le jûr emeweye, eyewê em lew şwêne nehêłê û bînêrête şwênêkî tir û sereřay emeş lewaneye bûbê be hoy dwakewtinî «terfî’»ekeşî. îtir ca nazanim em nakokîyeyan leber çîye?

kuře ke em keyn û beyney çaw pê kewt û ew derdedłey gwê lê bû, witî«: dom be danîştin małî wêrane», ba hestim biçim be şwên îşmewe, emîşyan fit. le şwênekey xoy řast buwewe û beg pêy wit: cenabtan fermanêktan hebû? witî: bełê, bełam wextêkî tir be xizmettan egem, êsta mêwantan heye. emey wit û hatederewe û řoyşit.

ke lewê hate derewe, le kirdewey nahemwarî ew wiłate, ew şarey her be tewawî becê hêşt, řûy kirde wiłatêkî ke. řûy kirde şarêk wekû şarî «amêdî». seyrî kird her le dûrewe minare berzekey legeł asmana çepokan eka. dîmenî ew menareye řastewxo çû bo ewê. ke nizîktir kewtewe temaşa eka pol pol xełk û xwa řû ekene mizgewt, ewendey tir tînû bû be çûneke û xêra xoy geyandê.

ke serî kêşa be ḧewşey mizgewtekewe, bînî wa em mizgewte be ḧewşe û berheywan û jûrî mizgewtewe cimey dê. melayekî řîşsipî mêzerêkî le seraye û cubeyekî le beraye lew serewe danîştuwe û we’iz eda bo ew ’aleme, we’zekey ewende xoş û diłgîre, ’alemeke wekû pelewer sêberî beserewe kirdibêtin, be bê deng û seng danîşûn û gwêy bo řayełn. amojgarîyekanî wekû daşekanî şetrenc eysûřênêtewe, demêk le barî řojî dwayî û naz û nî’met û xoşî beheştewe qise eka, demê le layen kirdewey çake û destûrî hełsukewtî ademîzad û musłiman le beynî yeka edwê, demê be nukatî şîrîn û cwan, basî řabwardinî mêjûy pyawanî řabirduwewe řûy ’alemeke ekate xoy. le me’beynî herçend qiseyeka eybatewe ser ewe ke, dinya hîç nîye û pyaw nabê erk û xem û xefetî hełbigrê, madam dinya mawey nîye û ebřêtewe. ke wabû ew çwar řoje ke pyaw tyayetî, be xoşî û be firawanî û dił řaybiwêrê û fermanberdarî xwa bika be hemû amancêkî.

le řastîda em qisane karî kirde kuře û le ’alemekey tir zyatir ’aşiqî qisekanî melake bû, be taybetî ke seyrî ekird mela be diłêkî pak û řastewe qise eka û ser û řûmetî ew gewahîyey bo eda ke xoy le hemû kes diłxoştir û bê perwatre beranber be dinya û be êş û azarî dinya. be tewawî hate ser ewe ke çend řojêk lem şwêne bimênêtewe û le emojgarîyekanî melay nûranî werbigrê û paşan biçêtewe bo wiłatî xoy, bew jyan û diłxoşîye ke em melaye řay’ebwêrê, ewîş bew core řaybiwêrê, wa dyare kameranî û se’adet bałî beser em melayeda kêşawe û řayełêkî me’newî ew kuřey řakêşawe bo ewe ke emîş bêt le naw deryaçey ew kameranîyeda melewanî bika.

çend řojêk bem core kuře danîşt û řoj be řoj û sat be sat zyatir şeyday řwałet û me’newyatî mela ebû, hemû wextî kořî we’zekeşî wekû pûrey heng wabû. le paş çend řoj biřyarî da ke sibeynê mela û wiłatî mela becê bêłê û bigeřêtewe bo wiłatî xoy. ew şeweş beserçû. sibeynê wekû destûrî řojekanî tir çaweřêy hatnî melay kird bo ser kursî we’iz bo ewe mał’awayî lê bika û birwa. mela her dyarnebû xełkeke çaweřê eken mela her dyar nîye, kuře le nehatnî mela zor ’acbatî hat. temaşay kird le layekî ḧewşey mizgewtekewe le berdem yekê le jûrekana merdim hatuço deken û be peroşin, emîş hesta û řûy kirde ewê, seyrî kird wa mela lew jûreda -ke jûrî danîştinî bû- danîştuwe û wekû baranî behar aw be çawya dête xwarewe, henase heł’ekêşê û firyad û fuẍan eka.

kuřeke çawî beme kewt tasêk birdîyewe, tasî ewey ke em ta êsta em melayey be kanî kameranî ezanî, êsta em giryan û zarî û pejareye çîye? kameranî le kwê û em firyad û enduhe le kwê?

xełkeke dewreyan le mela dabû, diłyan edayewe û diłnewayyan ekird, emîş çû le nawyana danîşt bo ewe bizanê çi base? mela be dem qułpî giryan û cigerî buryanewe eyut:

kuřekem kuř nebû, mayey bextyarî û aramî gyanim bû, berî darî berdarî her dû dinyam bû, hoy jan û bendî cigerm bû, min agam le hîç nebû, ew jyane çake û řabwardine nayabe ke êwe etanbînî, emane hemûy ew boy dirust kirdibûm, le beyanîyewe ta êware min ehatim bo mizgewt bebê ewe çawim birîbête dest yekêk û êware ke eçûmewe nan û xwardemenî amadeye, cilubergim pak û puxt şorawe bo ewey beyanî leberî kem. mał û xêzan hemû le coşî xoşî û xoşguzeranî dan, emane hemûy be hoy koşiş û teqalay ew kuřemewe bû, êsta mirdin nemamî le baxî cwanîda hełkêşa û dinyay řûnakî lê kirdim be şewezengî tarîk. îtir be çîmewe lemewdiwa bitwanim bimênim û çon ew dił û sewdaye ke bûme bimênêtewe?

emaney ewt û eyda beser xoya û aw beser řîşe sipîyekeya ehate xwarewe, etut be hîç cor ew pyawey dwênê nîye ke amojgarî xełkî ekird û pêy ewtin gwê be pejarey dinya meden. etut be hîç cor pyawe wa’zekey dwênê nîye, ke xermanêkî ’îlim û zanyarî û hêmnî hebû, keçî êmřo wekû kesêk taqe wişeyekî ’îlim û zanyarî nezanêt û nexwêndewar bê wabû. kuřeke emey çaw pê kewt witî dyare min be hełeda çûm, ke emut kameranî emete lay em pyawe û em xoy kameranîye, witî emîş hîç. hesta be na’umêdî ew wiłateşî becê hêşt.

řêgawban çoł bû, řêy karwan û hatuço keran hemû demî berełabû, be řêkewt řuwew şarî diłnewayan, řuwew ew şarey ke danîştuwanekanî hemû her yeke xerîkî kar û kasbî xoyan bûn, bem hoyewe pyawêkî bêkarî tyanebû, leber ewe her kese be îşî xoyewe xerîkbû serî eweyan ne’eperja basî yek biken û le paşemle dest biken be naw û natore le yek hełhênan, çunke em řewşteyan nebû, xwaş pêy dabûn hemûyan dewłemend û xawin saman bûn.

wiłat le wiłatêkî kameranî eçû, diłxoşî destelatî heye beser dîmen perestîda. eger dił xoş bû, karubarî řwałetîş řêkupêk ebê, emane hebû boye em şare le dîmenî řwałetîda le hîç şitêk natewawî nebû. bew bonewe kuře witî şwên hewarêkî çakim dyewe, em şwêne dyare beharî dû behare. dest le dest û qwet le xwa xerîkî geřan bû be naw şarda seyrî dîmene cwanekanî ekird û seyrî řûmete geşekey danîştuwanî em şarey ekird, kutupiř řêy kewte guzerî ticaretxane û karxaneyekî gewre, serayekî gewre bû, ewî pêwîstî ademîzad bê be xerwar tyaya hełdirabuwewe, kargeçî û şagirdekan bem dest û bew dest şityan efroşt û dirawyan wer’egirt û be hîça řane’egîştin.

le nakaw hêmnîyek bałî beser guzrekeya kêşa, şagird û kargeçîyekan xerîkbûn be firmanekey xoyanewe, ke lay kirdewe ewa pyawêkî tozê be sałaçû û boşnax le berdergay guzereke tirumbêłekey bo kirayewe û dabezî û hat le layekî guzerekeyewe -pê pilîkane bû- pyaya serkewt û çuwe koşkî serewe, tumez eme xawenî em da û dukane û dezgayeye. çû le sereweda danîşt. kuře witî şwênî kewm û řazî xomî la dest xem. emîş be şwênya be pê pilîkane serkewt û geyşte em şwêne ke em ticare gewreyey lêye. seyrî kird şwênêkî êcgar kok û řazaweye. hêşta neçûbuwe jûrî pyawekewe, temaşay kird deste deste xełk hatin û baqe baqe diraw û qaqezyan be desteweye.

şwênî bazirganî bû, ewende dergawan û şit řêgeyan be pyaw egirt, emîş herçend kesî ne’enasî, bełam le baweřî hatuçokeranî ew şwêneda emîş ebê yekê lew kesane bê ke firmanî bazirganî bew şwêne heye, boye çuwete ewê, dîmenekeşî hełî’egirt ke wabê, leber em baweře be serbestî çuwe jûrî pyawe gewreke û danîşt, be řewştî şwênî ticaretxanekan qaweyekyan bo hêna û be dem qaw xwardinewewe destî kird be serinc dan.

jûreke zor řazawe bû. mêzêkî gewre danrabû, سەنگەلێەک lew dîwyewe bû. pyaweke leser ewe danîştibû. lûtî beser mêzekeda şoř kirdibuwewe, xerîk bû îmzay kompyale û ewraqî tirî ekird, ke deste deste boyan ehêna. fincanê qaweşî le berdema danrabû legeł awxorîyek awa. dû telefon lew layewe bû, yekêkyan serbexo her bo xoy bû, yekêkîşyan taybetî bû be xetî telefonî ew dayere û dezga û dukanewe. dû zelamî tir le berdemya řawestabûn, yekêkyan ew dirawane ke ehênran ew be îmza le xełkî wer’egirt û peyta peyta eyda be yekêkî tir bîba bo bank, ewî keşyan defterêkî be destewe bû legeł çend deftere çekêkî nûsraweda. defterî çekekey le berdem pyawekeda danabû bo îmza kirdin, seyrî defterî xoy ekird ke fiłane kes ewende hezar dînare, ew ewende hezar dînare. le peřeyekî defterî çekekeş nûsrabû, her çaweřêy îmzay çelebî bû, bem core em eyxiwêndewe û beranberî legeł çekeke pê ekird û çelebîş îmzay ekird. her lem kateda zengî telefoneke lêy da, yekêk berzî dekirdewe heław, heław, paş ewe eyda be dest çelebîyewe, le qisekana wa der’ekewt ke dengî wiłatêkî dûre û qise le barxaney ew wiłatewe ekirê. le heman wexta zengî telefonekey tirîş lê eda. kabra ewîşî berz ekirdewe û çaweřêy ewey ekird ke çelebî le telefonekey tir bibêtewe û em bida be destîyewe. ke lem ebuwewe emîşî edaye destî, emîş bo îş û karî goşeye le goşekanî ticarexaneke qisey legeł ekira, hêşta lem ne’ebuwewe telefonekey tir lêy edayewe. ta be manewe xerîk ebû kołê çek û kompyale û ewraqî tapo û zerîbe û bank le berdemya bo îmza kirdin kełekey ebest. be kurtî wekû gurgî çwarçawî lê hatbû, ney’ezanî çî bika.

aw û qawekeş her leser mêzekeye neyxiwardotewe. kuřeş wa her danîştuwe û seyrî em serqałî û xerîkbûne eka. kutupiř posteçîyeke kirdî be jûra, berqye (birûske)yekî hêna, kabray defterdar lêy wergirt û hełî piçřî û xwêndyewe, le xwêndinewekeyda řengî hełbizřika. çelebî goşey çawî dabwê, be ḧepsawyekewe witî çîye pêm biłê? kabra bekzîyekewe birûskekey daye destî, leber ewe tyaya nûsrabû: keştî jimare 4 ke hî êwe bû piřî bû le fason û mawet, le se’at heştî beyanî îmřoda le deryay sipîda niqum bû. kabra sard buwe û bebê hoşî her dû meçekî xiste ser mêzekey berdemî û serî xiste serî, kiş û matî bałî kêşa beser jûrekeda.

dergake kirabuwewe pyawêkî awełdaman sipî cantayekî be destewe bû, kirdî be jûra û hat. be cilubergekeya duktor bû, ke temaşay kird dinya kiş û mate, pirsî eme çîye? yekê le pyawekanî bermêzeke be hêwaşî witî fermû carê danîşe, çelebî tozê le fîkiraye.

le paş maweyek tozê zyad, defterdareke çû her zor be hêwaşî serî naye binagwêy çelebîyewe witî: qurban wa diktoreke teşrîfî hatuwe. çelebî be nîwemirdin û be řeng le řû biřawî be her cor bû serî berz kirdewe û defterdareke destî daye bałî û hełîsan û birdye ew lawe, piştênî ser pantołekey kirdewe, duktoreke hat cantakey kirdewe û hendê dewa û dermanî têkeław kird û kirdye derzîyekewe û le leřanî çelebî da, paş ewe hendê tir dermanî sûrkarî kirde naw pyałeyekewe û awî tê kird û day be çelebî witî fermû bîxorewe.

aw û qawekey xoyşî her leser mêzekeye, hêşta neyxiwardotewe. duktor dîsan cantakey têkdayewe û dermanêkî tirî girtewe û kirdye naw derzîyekî tir û eweşî da le bałî çelebî, derzî yekem hî hêz (qwet) bû, dermanî naw pyałeke hî nexoşî me’îde bû, derzî duwem hî nexoşî şekire bû. paş emane qaqezêkîşî derhêna, tozê dermanî sipî wişkî tê kird, be endazey ewe ke xoy eyzanê, be çelebî wit xwardinî em nîweřoyeşt şorbay birinc û awî pirteqałêkî penca giramîye, paş xwardineket em dermaneş bikewe naw îskanê awewe bîxowe. tumes em duktor hemû řojê eme îşyetî û duktorî taybetî çelebîye dêt bo dermankirdinî em nexoşîyaney çelebî.

duktor řoyşit û defterdar le paş ewe çelebî poşte kirdewe hênayewe ser sengełîyekey xoy. aw û qawekeş her danrawe neyxiwardotewe. çelebî hatewe şwênekey xoy û henaseyekî pyahatewe, serêkî berz kirdewe bo asman û witî: xwaye eme ḧałe min heme? kuřeke -ke em keyn û beynaney çaw pê kewt- witî: yadit bexêr kameranî, wa dyare le lay pyawî wayş dest nakewî. emey wit û hesta ewêşî becê hêşt.

bełê ewêşî becê hêşt newek her ewê, bełkû her be tewawî wiłatî çelebî nahumêdî becê hêşt, karwan be karwan çuwe şarêkî kewe, ew şare ke zorî nemawe şarî kameranan we ya şaristanî şadmanan bê. emcare lem şareda tenanet ḧemam û kebabxaneşî nehêşt, hemûy geřa, bo ewe bełkû tîşkî kameranî le nawçewanî yekêkewe bedî bika, ew baweře ke sereta řûy kirde şareke û çawî be çawendazî şareke kewt û boy peya bibû, le geřanekeya ew baweřey nehate dî. çawendazî şar way pîşan eda ke bêcge le xoşî û kameranî hîçî tir lem şareda nebê ke egeřêt û temaşa eka, tenanet ḧemamçî û kebabçîş her henase heł’ekêşin; uf xwa derd.

zorî nemabû şareke becê bêłê, ser le beyan bû, be naw yekê le şeqamî geřekekana esûřayewe, kitupiř derwazey koşkêk kirayewe, pyawêkî serbazî ke nîşane û estêrekanî payey ’eqîdyan pîşan eda hatederewe. sûk, řeng geş, gurcugoł û çalak, temaşay her şwên û şitêkî ekird le xoşyana lereyek le lêwyewe ehat, legeł nîmçe zerdexeneyekda. le hendamya hemû leşî her xoşî bû, giznigî hetaweke eyda le estêre miştumał kirawekanî serşanî ebrîskanewe. cilubergekey her ewende cwan û pak û temîz bû meger her xwa bîzanê. cizmekanî her ew kate boyaẍî sûr kirabûn birîqeyan ehat, hatederewe.

legeł derkewtinî ew, zor begurcî şofêreke dergay geracî koşkekey kirdibuwewe, otomobêlekey hênayederewe, le berderwazekeda řaygirt, otomobêlî modêlî îmsał, etut bûke, dergakey kirdewe. pyaweke hat çû le şwênî şofêreke danîşt û destî xiste ser ciłeweke û pêy na be benzîna. şofêr dergay pêweda û pyawe xoy otomobêlî lêxuřî û wekû tîşkey tifeng boy derçû, şofêrekeş le nawewe dergay geracekey daxsitewe û çuwe koşkekewe.

em dîmene kuřey şeyda kird, way lê kird hate ser ewey ke em pyawe newek kamřewaye bełkû her tapoy kameranîye, eger bextyarî û kameranî bibê le dinyada, le lay em pyaweye û eger nebê ewa hîç, le dewruberî em kołaneda herwa řaybiward ta paş nîweřo. se’at bû be yekî paş nîweřo, seyrî kird otomobêleke geřayewe. her le dûrewe huřnî lêda, xêra şofêreke le derwazey koşkekewe derpeřîye derewe, ta em hat otomobêlîş geyşte cê, dergakey kirdewe, pyaweke dabezî û çuwe koşkekewe, emîş otomobêlekî birde geracekewe.

emca kuře kewte sewday ewey ke çon xoy bigeyenê bem pyawe û çon demî bigatê. be taybetî em pyaweş pyawêkî ’eskerî gewreye û pêgeyştin û hawřêyetî legełya be pêy yasay serbazî tozê girane. lew kateda serî berz kirdewe, temaşay kird leser derwazey koşkî em berî koşkî pyawe ’eqîdekewe, her řast beranber bewey ew, parçe miqebayek hełwasrawe le serî nûsrawe «em koşke be hemû şitumekêkewe bo kirêye û qiseş legeł telefonî jimare 25976 ekirê».

ke emey çaw pê kewt, wekû guł geşayewe. eczaxaneyek leser kołaneke bû, çuwe eczaxanekewe lewê telefonî bo jimareke kird û řêkkewtin, telefonî daxsitewe. zorî pê neçû otomobêlêk hat, pyawêkî tyabû, kilîlî koşkekey bo hêna û çûn dergakeyan kirdewe. koşk hemû şitêkî tewaw bû, taze boyaẍ kirabû, baxekey taze aw dirabû, jûrekan hemû piř ferş bûn, her jûre kantor û mêzî tewalêt û camxaney kitêbî tyabû. legeł çwarpayey yablî fentazîda, jûrî mîwan zor řêkbû, meybeqeke piřî bû le fexfurî û çînî û pêwîstî koşkêkî wa, hemû be řêkupêkî le ofîyekeda danrawin, ḧemamekey ałaferzengî bû, le naw řařeweke be tenîşt jûrî mîwanewe telefonêk hebû.

emaney hemûy be pêy lîsteyek wergirt, emca destî bird defterî çekekey derhêna, çekêkî be pênc sed dînarî ême, bo ser bankî «îsterin bank» nûsî û day be pyaweke bo kirêy koşkeke, em pyawe xizmetçîy xawen koşkeke bû. destî bird pênc dînarîşî bexşîş da bew. pêy wit eger pyawetîm legeł bikey çêşterêk û xizmetçîyekim bo peyda bikey zor supast dekem. pyaweş supasguzarî kird û witî: ta nîw se’atî dîke herdûkyanit bo dênim û lêy da řoyşit, le řastîda zorî pê neçû, dû kesî hêna. yekê çêştiker û yekê xizmetçî.

kuře telefonî hełgirt û daway taksîyekî le yekê le şwênî otomobêle kirêyekan kird û jimarey kołan û xanûy danê. zorî pê neçû taksî hat, kuře destûrî da be çêştiker û xizmetçîyeke û xoy swar bû be şofêrekey wit bimbe bo şerîkey otomobêlî kadîlak. be dem řêge řoyştinewe dîsan pêy wit eger otomobêlçîyekim bo peyda bikey pyawetîm legeł ekey. ewîş witî kuřêkî dostî min heye şofêrêkî çake û eger arezû efermûn her êsta botanî dênim. witî supast ekem.

zorî nebird çûne şerîkekewe heqî taksîyekey da û xawen taksî çû be şwên şofêra, emîş çû bo lay mudîrî şerîk, qisewbasî kiřînî otomobêlêkî tazey kadîlakî modêlî îmsałî kirdewe, katologyan xiste berdestî legeł lîstey nirxa, nexşey otomobêlêkî cwanî hełbijard û naye berdestî mudîr û witî em modîle. mudîr fermanî da otomobêlêkyan hênaye derewe le koga, otomobêlî çî? etut pêşengî pêşřewî qafłeye, nirxîş 25000 dînar bû, emîş destî bird defterî çekî derhêna û ḧewaley kird bo ser bankî îsterin bank.

mudîr witî eger arezûy şofêrîş eken lay ême heye ke le xizmetana bê û... qisekey tewaw nekird xawen taksîyeke hatewe kuřêkî legeł xwê hêna û hat witî qurban eme otomobêlçîyekeye ewa hêname xizmettan, emîş witî supast ekem û ’ezyettan bo kêşam. řûy kirde mudîrekeş witî minetbarî pyawetîtanim, leber ewey biřyarim bem doste dabû bo otomobêlçî û ewîş hênay, ebê êwe lêm bibûrin.

mudîr witî asayşî êweman ewê, em bê ya ew cyayî nîye le beynyana. hesta û kuřey ta berdergay şerîk be řêkird û tewqey legeł kird. şofêr çuwe otomobêlewe, xistye geř û dabezyewe dergakey kirdewe, kuře swar bû, dergay pêwe dayewe û çû danîştewe û otombêlî lêxuřî çûnewe bo małewe, otomobêlçî, otomobêlî birde geracekewe û emîş çuwe naw koşkekewe.

kuře le dîmen û řabwardinî pyawêkî gewrey binemałe, çend řojêk řaybiward û hemû řojêk beyanî zû be şofêrekey ewt otomobêleke le berqapî ḧewşeda řagrê û çaweřêy hatnederewey em bika, xoyşî be bîcameyekewe car car ehate berqapî û seyrêkî otomobêlî ekird û tozê le baxçey berderga asnekeda xoy xerîk ekird û emca direngêk xoy ko ekirdewe û ehat swar ebû, eçû hendêk egeřa û le se’at dyarîkirawda way pîşan eda ke xawen îşêkî řesmî ya xawen ticaretxane û bankêke.

yek dû ḧefteyek beser em jyaneya tê peřî, hemû řoj ’eqîdeke le beyanya der’eçû bo serbazxane û le nîweřoda egeřayewe. otomobêlêkî kadîlakî tazey le beramber koşkekey xoyewe çaw pê ekewêt, ke şofêrekey xerîkî pakewe kirdin û amade kirdinyetî bo aẍakey. karubarî koşk û hatuçokerî xizmetçî lem koşeda û bûnî otomobêlêkî wa, way pîşan eda ke pyawêkî gewre lem koşeda danîştibê, her careş kuřêkî gencî bedîmenî berçaw ekewt, ke be bîcamewe le berqapî ḧewşe destûr eda be otomobîlçîyeke ya xerîkî baxeke ebê, têgeyşit ke خاûەەنی em koşke em kuřeye.

řojêk û dû řoj bem core, řojêkyan beyanî bû ’eqîdeke hate derewe bo ewe wextî serbazxaney bû, biçêt bo ewê, kuřekey dirawsêy le berqapîyekey xoyana řawesta bû, îtir em be layewe cwan nebû ke hemû řojê em dête derewe û ew kuře lewê řawestawe, betaybetî buwe be dirawsêşî, hîç qiseşî legeł neka.

her ke hate derewe, çawî pêkewt, tozê lêy nizîk buwew û pêy wit: beyanît baş. kûře be řûyekî le gułî ew baxe geştir çû be pîryewe û pêy wit: jyanit baş. herwa tozê destyan kirde qise kirdinî «micamele».

em «beyanît baş û jyanit baş»ey em řoje, qapîy dostayetî le beynyana kirdewe û bû be hoy ewe ke kuře îtir wirde wirde xoy lê nizîk bixatewe. çend řojêkîş têpeřî û heta ehat dostayetî zyatir behêz ebû, bełam her tenha dostayetî qisey ber derga.

řojêk sa’et yek bû ’eqîdeke le serbazxane hatewe, kuřeke le berderga řawesta bû, ke ew dabezî kuře girtye qise û be dem qisewe çûn ta berdergakey xoyan, înca pêy wit: fermû le pêş eweda biçnewe bo ḧesanewe. biçîne jûrewe şitêkî sard û qaweyek bixoynewe, leber ewe tozê yekêtîyan peyda kirdibû bê diłîy nekird legełya çûne jûrewe û le jûrî mîwan danîştin. jûreke zor řêkupêk bû, xêra awî sard û paş ewe «sînalko» û «koka» û paş ewe qawey be şekiryan hêna, paş xwardinewey emane û kemêk danîştin hełsa û witî: eçmewe xom egořim û tozê eḧesêmewe. cenabîştan îsraḧet biken, dinya germe. gelê legełî xerîk bû, bo ewey danîşê, pêkewe nîweřoj biken, danenîşt witî: êre û ewî hîç cyayyekyan nîye û řoyşit.

be kurtî em hatney bû be hoy aşnayetîyekî tewaw, wayan lê hat zortirîn wext legeł yeka û le małî yeka řayan ebward. kuřeke, ke temaşay kird em «’eqîd»e řabwardin û hełsûkewtêkî zor xoş û řêkupêkî heye, koşkekey cwan û hemû dewrûberî baxçe û gułe. jûrekanî koşke yek le yek cwantir û bewêłtirin. jûrî kitêbxane camxaney kitêbî têdaye. le hemû corê kitêb û govar û řojnamey tyaye, lewlawe pyanoyek danrawe, meymûnêk û beçke pişîleyekîş hercare dên pêkewe yarî deken û dîmenêkî cwan dirust deken. kuře kewte ser ew baweře ke kamerantirîn kes le jêr em asmane şîneda hebê, em «zabte»ye û ewî natewawî bê řûy tê nekirduwe. witî: baş bû, teqelakem, ke eme çendêke eydem bo dozînewey kameranî, be xořayî derneçû, pêy geyştim.

řayełî aşnayetîyan zor tund û behêz bibû, hîç nihênîyek nemabuwew le beynî yeka ke bo yekî negêřnewe, řojêk danîştibûn, kuře pêy wit: min ḧez ekem bizanim to le dinyada çi natewawîyekit heye û çî heye ke hoy diłtengî to bê? min em maweye bom derkewtuwe ke le to bextyartir û kamerantir, biřwa nakem bibê û ewey řastî bê emewê minîş ew řêgeyey to girtûte bigirim.

zabteke witî: çak dozîwtetewe, řaste minîş xom wa ezanim ke le min kamerantir nîye, jyan her eweye ke minî tyam, řabwardin her eweye ke min řay’ebwêrim, bo her şitêk wextim danawe û le hîç şitîka natewawîm nîye, beyanyan heł’estim şitumekî teraşim bo danrawe, teraş ekem, eçim dest û dem û çaw eşom, dêmewe nan danrawe û nan û ça exom, be endazey dû sa’et řa’ekşêm, îsraḧet ekem, ke hestam, eçim xom eşom, ça exomewe, paş ewe meymûn û pişîlekeş be dengî pyanoke ekewne sema. ke tozê lewe taqetim çû. eçim hendêk legeł baxeke xom xerîk ekem. paş ewe swar ebim eçim hendêkîş egeřêm û eçim bo sînema û dêmewe. kirdûme be řewişt dû sa’et xerîkî xwêndinewey kitêb û řojname û govarîş ebim, paş ewe cêgem bo řaxrawe, eçim enûm. (kuřeş wa be dił gwêy bo řagirtuwe û kat be kat geşe eygirê lem bwaraneda) pareyekî zorim heye le banka, manganekeşim zore, em koşke hî xome, xanûbere û mułkî tirîşim heye, otomobîlim heye, emanem hemû heye, bełam...

her legeł witî «bełam» kuře kispeyek le diłyewe hat û henaseyekî sardî hełkêşa û witî: em řenceşim be hîç derçû! witî: ê. witî: bełam şew û řoj le pejarey ewedam ke ferzendeyekim nîye paş xom em mał û mułkey berkewê û nekewête berdest em û ew û mîrê. emeş leber eweye ke jinim nehênawe û jinim nîye ta mindałim bibê. witî: çon? boçî jinit nehênawe?! witî: nemhênawe... emeş dastanêkî heye. witî: tuxwa bira eweşim bo bigîřewe?! witî:

min bawkim dewłemend bû, xistimye qutabxane û pêy xwêndim, berebere serkewtim û çûme danişgay cengewe, ewîşim tewaw kird û diblomim wergirt û be milazmî dû derçûm, ta em maweye bawik nema û hendê xizim û kes û karman hebû, hemû samanekeyan le naw da, min coşî «gencî»m bû, pêwîstim be samanî bawkim nema, manganekeşim beşî ekirdim, le naw serxoşî herzekarîda etlamewe. řambiward rita bûm be milazmî yek. her serxoş bûm, le paş çend sałêkî tir bûm be ře’îs, lem wexteda fîkirî jinim kewte ser, ewende hebû witim min hêşta demedemî cwanîme û her le êstewe jin bênim başe, bełam le kwêy danêm!çak waye ba carêk lêy geřêm ta şwên û xanûyekim nebê. kewtime ser em fîkire û wazim le jin hênan hêna û xomim be hîwawe xerîk kird. paş maweyek bûm be ře’îsî yekem û le řastîda le parey manganem ewendem bo dakewt ke xanûyek dirust bikem. xanûm kird û ew wexte witim min ře’îs ewelêkim êsta biçim kiçêk bênim û le xanûyekî řeq û teqa daynêm û hawserî hawřêkanim hemû otombêl û hemû hoyekî řabwardinyan heye, eger min nembê şûreyye bom, çak waye řawestim ta otombêl û ew şitaneşim ebê!

le xulyay em fîkireda mamewe ta bûm be «muqedem», lem maweyeda otombêlim kiřî û hemû core şitumekêkî małim řêkxist. înca kewtime ser ewe witim ewa min êsta hemû hoyekî řabwardinim tewawe. bem pêye eçim kiçêk dênim û be corêkî «eristoqratî» legełî řa’ebwêrim û pekim leser hîç nakewê, bem jyanewe fêr ebim. başe ey eger le paş dû řoj hat û le îşekem deryan kirdim, ew wexte hîç şitêk nîye min pêwey bijîm û fêrî core jyanêkîş bûm ke wenebê be sûkî hełsûřê. ew wexte kenifit ebim û le naw xełka abřûm eçê, ke wate naweła ba maweyekî tir řawestim ta ebim be «’eqîd» lem maweyeda ewendem ebêt eger hat û le paş eweş îşekey xomim le dest derçû, be derametî paşekewtim wekû caran ejîm!

leber ewe wazim le jin hêna û pareşim řoj be řoj zyadî ekird. ewende samanim bo pêkewe nira ke çend xanûbereyekim kiřî û hemûm da be kirê û êstaş sereřay ewe, pareyekî zorim heye û le bankidaye, derametî eweş xoy serbexo sałaneyekî zore. pilekeşim êsta «’eqîd»e û le hîç şitêk natewawîm nîye. bełam temenî ew kiçey ke min le dewrêka milazmî dû û yek bûm û coşî ceḧêłîm bû, legeł mina egunca û mayey řabwardin bû, ew temene û ew core kiçe pêm qayl nabê û lam lê nakatewe! dewrî cwanîm dewrêk bû eger nanî şewîşim nebwaye xeramanî çînîşim pêwe da’enîşt. êsta ke dewrî pîrîye eger hemû gencî dinyayşim bibê, hîç tamêkî nîye û ew diłxoşîyey caranî nîye. leber emane ewa bo xom kewtûmete xefetî em ẍayełeyewe û buwe be xorakî şew û řojim û ewey pêy biłên řûnakî, serî be diłî mina nekirduwe. ew dîmene řwałetîyem ke eybînî, ewe dîmenêke wekû dîmenî gułî jałeye, le dûrewe ałe û le nawewe bê bon û tałe! çarnaçar dênim her katenakatêk xom be şitêkewe exłafênim û destî xom bewe ebiřim, keçî lew kateşa û tenanet le katî nûstinîşa bebê hest û îxtyar, her beynabeynêk diłim xurpeyekî lêwe dêt û jyanî tał û tirşî xomim exatewe fîkir!

kuře ke gwêy lew qisane bû, be carê çuwe tasewe û lem dinyay řûnakewe kewte dinyayekî tirewe. ta êsta way ezanî ke başqî kameranekanî hemû ser zewî, dîmenî ew pyaweye ke be xewî şewîş bonî xem û xefetî nekirduwe, keçî êste katê seyr eka kiłołtir kesêk û be cerzetir kesêk lem jêr asmaneda bibê ew keseye ke ew lêy be hełe çûbû!! derdî merdumî tir her derdêke, hî em dwane!

le paş eme ke lem keyn û beyne têgeyşit řûy têkird û witî: biram min be şwên şitêka egeřam ke lam wa bû ew şite tenha le lay to dest ekewê, her leber ewe bû ke min hatim em derga û dûkanem bo xom pêkewe na û xom kird be hawmałî to, êsta wekû bom derkewt ew şite lay toyş dest nakewê. ke wate eme axir mał’awayye ke lêt ekem û îtir be du’a! hesta hate derewe û ew koşk û xizmetçî û otombêl û şitane, ke řêkî xistibûn hemûyanî têk da û ew wiłateşî becê hêşt.

milî řîy girt û řûy kirde beẍda, bîstibûy kabrayek lewê heye «’ela’edîn secadî» pê ełên û way bergiwê kewtibû ke kabrayeke gwê be kes nada û gizîrêk û wezîrêkî belawe wekû yek waye. goya lay le ’en’enatî dinya nekirduwetewe legeł eweşa destî eřwa, dyare her şitêk witrawe nebê wa bê. kuře wa çûbuwe diłyewe ke ebê kameranî le lay ew dest kewê, boye wa ew řêgeye girtuwe.

be pirsyar çû, ha, lêre ha lewê dyewe, kitupiř lûtî teqî be lûtî qapyekî biçkolewe, leser qapîyeke nûsrabû, eme mizgewte, çuwe ḧewşe biçkolekewe , lewêwe çuwe jûrêkewe, leber tarîkî, çaw çawî ne’ebînî! pirs û řay pê nawê, kursîyekî şiře hebû le jûrekeda, çû leser kursîyeke danîşt, naçar bû danîşê, çunke binmîçeke ewende nizim bû ebwaye serî danewandaye egîna ney’etwanî be pêwe řawestê! ke danîşt tozê berçawî řûnak buwew kitêbxane û kitêbêkî ne zor kem û ne zor zorî berçaw kewt, leber bê cêgeyî kitêbxaneke zor nařêk û pêk bû. hendêke beser řefekewe bû ta binmîçeke çûbû û toz serî girtibû. mêzêk danrabû ewîş serekey piřî bû le kitêb û qaqez û qełem, bełam nařêk û nahemwar . kursîyekî şiř leber mêzekeda danrabû, ser ew kursîyeş piř bû le qaqez û řojname û govar. cêgey danîştinî zelamêk be simirsimir leser kursîyeke kirabuwewe le naw qaqez û řojnamekana kabrayekî deste pyawî lê danîştibû dişdaşeyekî lebera bû, serî řût bû, gwêçkey xetî «telefonî»êkî biřawîşî le tenîştewe dyar bû.

kabra, ke çû serî kird be jûrekeda hîç necuwe diłyewe ke kameranî bwêrê ser bika be şwênêkî wa tarîkî bogenî dûr le hemû naz û nî’metêkewe, bełam tûş bibû, taze têpeřîbû, ewey be bîra hat ke dengî dehoł le dûrewe xoşe!

dyare ke cû selamêkî kird û le paş danîştin kabray naw qaqez, cigereyekî daye û bexêrhatnî kird, emîş her wa be ḧepesayyekewe pirsyarî le «’ela’edîn secadî» kird, kabray danîştû be zerdexeneyekewe û be řwanînî çawêkewe ke piř bû le hest kirdinî têgeyştinî ew ke em mîwane be hełeda çuwe witî: fermanit çîye be ’ela’edîn secadî û bo çîte? ewîş witî: îşim pêyetî û emewê bîbînim. kabray danîştû witî: eger zor be peroşî bo bînînî ew kabraye ke gwêy ziringanwîtewe ewete leber destitaye, fermû emir ke?!

kuře ke gwêy lew qiseye bû, lew kateda be destî tozê çawekanî hełgiłofit û be sersamîyewe tîj tîj herdû çawî biřîye kabray danîştû û wekû biłêt ḧepesa! paşan witî: boçî cenabtî ’ela’edîn secadî?! ewîş witî: bełê, witî: zor seyre, êsta be tewawî baweřim hate ser ewey ke dengî dehoł le dûr xoşe û be tewawî baweřim be eqłî natewawî xom hêna ke emewê le şwênêkî wada kameranî bidozmewe!

dewrîyek hendê tûtnî tya bû, legeł çend peřeyek qaqezî bafere leser mêzeke danrabû. kabray danîştû destî bird le paketêk.. .ke ewîş her leser mêzeke bû... cigereyekî tirî da be kuřeke û xoyşî dewrîye tûtnekey hêna sîgarêkî bo xoy pêçayewe û be dem pêçanewey sîgarekewe her eyut: ê... kameranî... ke sîgarekey têkird, pînc şeş «çerx -fenek»y benzîn leser mêzeke bûn, legeł eweşa ke taze bûn û hemû şitêkyan tewaw bûn, destî edaye her kamêkyan heł ne’ebûn û her eşî wit: bełê, kameranî, ê, kameranî. kakim, kameranî ewê!

ew be her şeřeşeqêk bû sîgarekey dagîrsand û be gogirdêkîş cigerey kuřekey dagîrsand û ser û nefsyan lê da û emca řûy kirde kuřeke witî: fermû qise bike. kuřeş carê her tas birdûyetyewe. witî: qisey çî bikem hîçim pê nemawe ta qise bikem? eme çîye û çi jyanêke to têday? ewey min bîstûme lebarey jyanî towe wa dyare hîçî wa nîye!

kabra, ya ’ela’edîn secadî têgeyştibû ke ew kuře çî ewê? pêy wit: şwên kameranî kewtûm boye wa ekem û wa řa’ebwêrim! witî: ca eme key kameranîye? witî: ta em kate baweřim leser ewe buwe ke dinya leme zyatir hełnagrê. eger kameranî dest kewê lew řêgeyedaye ke min girtûme. dyare lemeşda nîye, ke wa bû kameranî dengî heye û řengî nîye! inca pêy wit: kakî xom gwê bigre ta qiset bo bikem, bełam pêwîste to le pêşa beserhat û çonyetî xot bo min bigêřîtewe û têm bigeyenî le ḧał û eḧwałî xot, ew wexte minîş ewî bizanim pêt ełêm.

kuře hat ewî beser hatbû, lew řojewe ke be şwên kameranîda esûřêtewe, ta em kate her şitêk hebû û nebû, hemûy bo gêřayewe û witî: eme axir pileme, emewê bizanim ewey ke min emewê lay to dest ekewê yan na! bew nyaze hatim, bełam ke seyr ekem to le hemû kes zyatir le cezrebeday.

lêreda ’ela’edîn secadî destî pêkird û witî: ke wate diłit lam bê. înca witî:

biram le pêş hemû şitêka çend wişeyek heye, emane tenha wişekeyan heye, mefhûmî ew wişeye dûr nîye her dirust nebûbê, ewaneş wekû «kameranî, ’edałet, dîmûkirasî û hî tirîş heye». emane core tełeyekin ke behêz destî bêhêzî pê ebřê û řawî eka, lewane geřêyn tenha qise le kameranîyewe bikeyn. kameranî be me’nay kelîme, le dunyada nîye û nebuwe. her şitêk heye le dinyada hemûy nisbîye, çawit le karubarî řewałetî nebê, ewe hîçe. her desteyek ke to eybînî be latewe desteyekî baş û bextyare. biço legełya hełsukewt bike, le paş tozêk peşîman ebîtewe, xîra bot der’ekewê ke ewe bo destibřînî desteyekî tir ew řêgeyey girtuwe. ca ba ew deste û çîne her deste û çînêk bê, bełam ewî be diłî mina dêt be lamewe kameranîye, çend bîr û baweřîke eger ew bîr û baweřet bû, ewe kameranît, eger netbû, hîç! betaybetî kameranî bepêy řoj û zeman egořêt. lem řojeda ke hemû şit le fîkir çuwetewe û puł û diraw, şwênî hemûy girtuwetewe, kabra bo ewe ke řawî dest kewê, çî be bîra bêt le karubarî nahemwar û le mastawkirdinî bêcê eyka, goya bo ewe ke ew diraw û şwêney dest kewê, seyr ekey ke destîşî ekewê, le hemû kes diłtengitir û bexemtire. ke wa bû eme kameranî nebû ke destî kewt.

îḧtîram û řêz le dinyada dû core, corêkî hî însanî řûte, wate pêwîste leserit herkes pêyan wit ademîzad xołřêjêk bêt ya padşayek to ebê řêzî lê bigrî û be çawêkî gewrewe seyrî key, çunke însane û yekêke wekû to. corêkî tir îḧtîram û řêzî dostayetî, xizmayetî, paye û şwên, ’îlim û zanyarî, saman û řwałetî dinyayye, her yek lemaneş ebê zyatir le hî însanêka beşyan bideyt, bełam bew mercey ke kabra lexobayî nebê û daway ewey lê bika her bew nawewe ke ew gewreye îtir «wacb»e leser to kiřnoşî bo berî, eger ew dawayey lêt kird, ewe ebê le layen towe bêbeş bê, tenanet le îḧtîrame însanîyyekeş. bo wêne: kabrayek «be mîsal» wezîre. daway ewet lê eka tenha bew nawewe ke wezîre pêwîste leser to kiřnoşî bo berî û leber dergakeya bikewî û dewrî lê bidey. carcar ewîş be fîzêkewe û be tîlî çawewe, nîwe merḧebayyekî řûtit lê bika û em nîwe merḧebaye bibê be xwardinî şew û řojit û hîçî tir!

eger yekê wa bû, ewe to ebê lebatî ewey ke kiřnoşî bo berî, berdî têbgirî û bîşkênî be şikanêkî wa ke carêkî ke xoy bo pêkewe nenûsênrê. ew mes’ele kurdîyey têbgeyenî ke ełê: boye pêt ełêm kake ta çolekem bo bigrî. egîna eger bête ser ewe tenha leber payeket ya tenha leber samaneket daway ewem lê bikey ke be gewret bizanim, ewe lebatî ewe bê wa biçîte diłtewe ke be hîçit nazanim û her yeke pyawî małî xomanîn. lem layenewe ebê pyaw wezîrêk û gizîrêk be yek bizanê û hîç gwêyan mederê, ba bîken birwîş.

yekêkî tir le hoy bextyarîy eweye ke hergîz wextî xot ya diłî xot be şwên û cêge û be qise witin be xełkewe teng meke û xerîk meke. çawit lewewe nebê ke fiłan ewey heye û to nîte, ya ke legeł yekêka danîştî mebe ser û gwêlakî ew kese ke řojêk le řojan nasrawîyektan buwe ya nan û pyazêktan be yekewe xwarduwe, lem qisane û lem xerîkbûnane hîç kełkêk wernagrî bêcge lewe nebê ke diłî xot, giranbar ekey. pyaw ebê wekû awî meng wa bê, newek wekû çeqeney aş.

yekêkî tir, her qiseyek eyłêyt ya her kirdeweyek ke eykey, dû amanicit hebê; yekem nyazî xot legeł xway xota bo ew qise û kirdeweye pak bê, duwem «muḧakeme»yek legeł wîjdanî xota bike, bizane ew qise ya kirdeweyet zyanî nîye bo xełk û bo bêgunaḧan. eger wîjdaneket pêy witî: «nyetî» û nyazekeşt legeł xwada pak bû, ewe leser ew qise û kirdewete biřo, ba hemû ’alemîş qise biken, hîç nirxêkî nîye û dwacar her to ser ekewî.

yekêkî tir le hoy «kameranî» eweye eger bîr û baweřêk hebû, ebê ta axir henaset leser ew bîr û baweře biřoyt, paye ya pare ya řojbaşî boş nabê peşîmanit bikatewe. emeş mercî heye, mercekeş eweye wa bizanî le bîr û baweřeketa řast ekey û leser şitêkî řast û dirust eřoy. egîna eger wa bizanî bîr û baweřeket çewte, ewe nabê leserî biřoy, çunke pêdagirtin bo şitî çewt, zyanî le qazancî gelê gelê zortire. xo eger bîr û baweřekeşt be řast zanî û le waq’îşa řast bû, ewe her leserî biřo ba řayşit bikêşne pêy sêdare û pêt biłên ya ebê peşîman bîtewe ya emete milit ekirê bew petewe. nekey peşîman bîtewe! çunke mirdin be serberzî gelê serberiztire le jyanê ke serinzimî tya bê.

yekêkî tir ewa dû deste heye, desteyek deste ciłewî îşî girtuwete dest û leser kursî danîştuwe, destekey tirîş le dûrewe westawe û seyr eka. lem destey duwemeda çend kesêk peyda ebin, ewanî tir heł’exrînê ba biçîn îşeke le dest ewanî tir bisênîn, çunke nazanin beřîwey berin, eçin û berengaryan ebin, ewaneş ke leser kursîyeken îşeke naden be destewe, beman ełên êwe nayzanin beřîwey berin. karubarî giştî eken be byanû bo danîştin leser kursîyeke. keçî herdû laşyan diro eken. karubarî xoyan way pêwîste ke leser kursîyeke bin newek karubarî giştî. ca nekey biřwa be qisey hîçyan bikey, herdû layan diro eken, meger be degmen, egîna bo xoyan wa eken. řaste bo xoyan wa eken, çunke seyr ekey ew desteye ke leser kursîyeke hemû têpeřandinî îşukarî wiłat hatuwete ser ewe ke bo xoyanî têpeřênin û ewanî tir ke leser kursî nîn ya têkřay xełkî wiłat, le dûrewe zaqey çawyan dêt û be derdî neřoyştinî îşewe etlênewe.

ca, kakebra le bîr û baweřî mina emane hendêk bûn le hoy kameranî, eger twanît emane berî beřîwe ewa wîjdanit etwanê biḧesêtewe. ke wîjdanit ḧesayewe, xoyşit kameran ebît., herwext twanît erkî emane hełgirî û hełtigrit carêkî ke werewe hendêkî tir heye pêt ełêm. egîna ew kameranîyey to eyłêyt û ’ewdałî be şwênya, nîye û dirust nebuwe, biçorewe û le małî xot danîşe û xot be xeyałewe xerîk meke ne ’edil heye û ne kameranî.

kuře hełsa sipasêkî kabray danîştûy kird û jûre tarîkekey becê hêşt û řoyşit.