emîr teymûrî guřkanî (771-708y hîcrî)...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  514 Dîtin

emîr teymûrî guřkanî (771-708y hîcrî), gelê wiłatî girtibû, metełêkî le ’alem û zanakanî ew wexte dahênabû ke xwa îşî çîye? eçuwe her wiłat û memleketêk em pirsyarey ekird û her kes her wełamêkî edayewe, be diłya ne’eçû. em pirsyarey em le hemû wiłatêka nawbangî derkirdibû. eweş biław bibowe, ke kes wełamî pê nedrawetewe.

le pelamarekeya bo ser beẍda, dyare le řêgey kurdewarîyewe çuwe, ełên lewêşa kořêkî girtuwe û em pirsyarey kirduwe. melakan hemû lerzyan lê enîşê. melayek feqêkî biçkolaney la ebê, pêy ełê: mamosta! sibeynê ke çûyte dîwan, min legeł xota bere we be «emîr teymûr» biłê em pirsyare le min bika, min wełamî edemewe! mela emey belawe zor seyr ebê, çunke hemû ’almekanî ew dewre, neyatwanîwe wełam bidenewe, êsta em mindałe çon etwanê?! naçar mela, ke ekewne sibeynê feqê biçkolane legeł xoy heł’egrê û be tirs û lerzewe eçê bo baregay padşahî ke piře le ’alim û le wezîrekan «se’dedîn teftazanî» ş legeł emîr teymûr ebê, le tenîştî emîrewe danîştuwe. emîr teymûr xoy leser textêkî berzî padşahî danîştuwe. mela eçête jûrewe û paşan qise dête pêşewe, emîr teymûr řû ekate mela danîştuwekan û ełê: «xwa îşî çîye?» mela ełê: padşahim pirsyar lew feqê biçkoleye bike. ew wełamit edatewe! padşa û danîştuwekan seryan sûř emênê lem qiseye, ke şitî wa çon ebê? pirsyarêkî wa ke ta êsta hîç ’almêk cwabî nedawetewe êsta be mindałêkî wa çon cwab edrêtewe?! le axra padşah řû ekate feqê biçkoleke û ełê: kuřim! toyt ke xotit amade kirduwe bo wełamdanewe? ełê: bełê padşahim, bełam le pêş pirsyareketa min pirsyarêkit lê ekem! padşa ełê: bîłê. feqê ełê: padşahim ew kesey ke pirsyarî lê ekirê, aya le şwênî berz da’enîşê? ya ew kesey ke pirsyar eka? padşa ełê: dyare ew kesey pirsyarî lê ekirê. ełê: ke wate to heste were şwênekey min û min dême şwênekey to!

padşa û danîştuwan hemû lem qisequte, seryan sûř emênê û padşa qisekey eçê be diłyewe û heł’estê leser texteke dête xwarewe. feqê eçête ser text û em be çoka le berdemya da’enîşê! înca feqê ełê: êsta pirsyareket bike. padşa ełê: «xwa îşî çîye?» feqê bebê westan ełê: îşî eweye to leser text dênête xwarewe min exate ser text! padşa û danîştuwekan lem wełame waqyan wiř emênê! padşa wełamekey eçête diłewe, heł’estê nawçewanî feqê maç eka û feqê ełê: pirsyarit tewaw bû? ełê: bełê. ełê: de kewate werewe şwênî padşahî xot û min dêmewe şwênî xom min tenha bo ewende mawe, şaystey em şwêne bûm, le êsta bedwawe îtir şaystey toye û her kes bo şitêk dirust kirawe, le kurdî lay êmeda heye ełê: nan bo nanewa û goşt bo qesab! eme ełê û heł’estê dête xwarewe. emîr teymûr em qisaney le cergî wełameke zyatir pê xoştir ebê û hemû ’alim û danîştuwekanîş eyselmênin ke wełamekey û qisekanî hemû le şwênî xoya buwe û hemû berzî û nizmîyek serçawekey eçêtewe ser xwa.

hendêk ełên em mindałe wextî xoy «se’dedîn teftazanî» buwe, bełam wa nîye, bełê se’dedîn hawřêy emîr teymûr buwe û zor payeberz buwe lelay, ewende hebuwe wextê ke ew buwe be hawřêy emîr teymûr, pyaw buwe û ta 792y hicrî legełya buwe û paşan mirduwe.