dîsan her le qisey gwê agirdanî kurdîye...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  604 Dîtin

dîsan her le qisey gwê agirdanî kurdîye ełê:

kabrayek lew deşte, biře meřêkî hebû, yekê le meřekanî le şewî newroza za û berxêkî hêna, kabra destibecê kêrdêkî hełgirt û çuwe ser berxeke serî bibřê, berxe hate ziman û witî: ewe çî ekey? kabra witî: çî ekem? serit ebiřim û etxom! berxe witî: kake bira to ezanî min êsta pêm nawete em dinyaye, nazanim dinya çone û çon nîye, her ewende ezanim tarîke, boçî dinya her waye? witî: wa nîye eme şewe, boye tarîke, ke kewtîne řoj dunyayekî řûnaktire. witî: ke wate serim mebře ba ew dinya řûnakeş bibînim! witî: başe. ew şewe lêy geřa û řoj bowe. dinyayekî řûnak hate pêşewe, ew řojeş beser çû û kewtinewe şewê, kabra be xoy û kêrdekeyewe çuwewe serî witî: wa řojîş beser çû û kewtînewe şewê, îtir serit ebiřim. berxeke witî: kake, boçî eme çi wextêke? kabra witî: em wexte seretay behare û dinyay diłdarane. witî: kake to ezanî min beharim nedîwe, lêm geřê ba behar bibînim çone û ew wexte serim bibře! witî: başe. behar beser çû û kewtine hawîn. kabra be xoy û kêrdekeyewe çuwe serî, witî: ewa beharîş beser çû, îtir serit ebiřim. witî: boçî kewtiwînete key? witî kewtiwînete hawîn. witî: kake! to ezanî min hawînîşim nedîwe, lêm geřê ba sirwey hawînîş bibînim! witî: başe.

hawîn beser çû û kewtine payîz. dîsan kêrdî hełgirt û çuwe serî witî: wa hawîn dwayî hat û ebê serit bibiřim! witî: boç êsta wayn le çya? witî: wayn le payîzda û le geła xezanî payîza. witî: kakey be dewrin! to le min çaktir ezanî ke payîzim nedîwe, wazim lê bêne ba payîzîşim çaw pê bikewê! witî: başe. payîz beser çû û pê nirayewe zistan. kabra kêrdî hełgirt û çû bo lay berxeke. witî: bira ewa payîzîşt çaw pê kewt û payîzîş beser çû, îtir serit ebiřim! witî: boçî êsta çi wexte? witî: wextî zistane û kiłêłey kawane! witî: kakî mobet xo ezanî ke min ne zistanim dîwe, ne kiłêłey kawan! ke wate lêm geřê ba em zistanî tweş bibînim. witî: başe. zistan beser çû û kewtine şewî newroz û kewtine behar, kêrdî hełgirt û çuwewe bo lay berxe, witî:

ewa zistanîş beser çû, êsta çî ełêy? witî: boçî kewtîne çî? witî: kewtînewey behar, witî wekû beharekey par? witî: a. witî: boçî şitî tir nemawe? witî: ne’. witî: ke wate îtir serim bibře, dinya ’îbarete le şew û řoj û çwar werze, le behar û hawîn û payîz û zistan, her şitêkî tir be şwênya bêt dewrkirdneweye. we nebê şitêkî taze bêt, legeł eweşa her em henaseyeye ke tyayam, îşî xot bike û xwat legeł!