ḧesin begî ’elî begî caf boy gêřamewe witî...
ḧesin begî ’elî begî caf boy gêřamewe witî:
dû tîre lew sere hen, yekêkyan «kak sewenî» û ewî keyan «qemerî»yan pê ełên. tozê nakokî hebû le beynyana, simaylêkî «bamokî» hebû melay «silêman xan»y serokî ’eşîretî em kak sewenîye bû, mela nwêjî bo ekirdin û be mindałekanîşyanî exwênd.
kurêkî em silêman xane hebû lay mela eyxiwênd, her le «ٲ, bi, t»we dersî pê wit ta geyştine «walşims walqimirErebî». ke egene ewê kuře, man eka û nayłêt, mela ełê: boç deng nakey? kuře ełê: mamosta to nanî bawik û ’eşîretî min exoyt, keçî ’eşîretî qemerît belawe gewretre û ewan ser exey beser êmeda?! mela zor serî sûř emênê, ełê: eme manay çîye? ełê: ey ewe nîye to nawî qemerî dênê le «qur’an»a û hîç gwê be ême nadey!
mela emca tê ega û ełê: řołe eme be dest min nîye û eme «qur’an»e, xo min dam nenawe. herçend qise eka, kuře naçê be gwêyda û nayłê û eçê bo şikat bo lay bawkî! ke bawkî tê egeyenê, bawik xiraptir!, mela bang eka û pêy ełê: to nanxor û bergidřî minî, keçî nawî «qemerî»y segbab dênî û nawî kak sewenî bew necîmî û pyawetîyewe nahênî lew «qur’an»eda ke be kuřekemî ełêyt, desa her sê tełaqî em «silêman xan»e kewtibê! nawî kak sewenîş nexeyte «qur’an»e we be gulleyek sardit ekemewe, hey bikem weqing dayk xot û teẍarêk ’eşrettewe!
mela îtir demî ebê be tełey teqîw û hîçî pê nawtirê, her ewende nebê ke ełê: xan, eme fermayştî xwaye, min çon destî lê bidem, xo be dest min nîye. xan pêy ełê: min emane nazanim her eweye ke pêm witwît! mela naçar eçêt qur’aneke dênête pêşewe û tyaya enûsê «walşimsî û kak sewenî walqimir» û beyanî kuře, ke dêtewe bemcore pêy ełêt! kuře le xoşyana pêy nakewête ’erz, eçêtewe bo bawkî egêřêtewe, bawkî enêrê be şwên melada û xełatêkî başî eka.
emca mela ełê: xan! min her bemewe nawestim, her êsta enêrim herçî «qur’an» heye bîhênin û hemûy ekem be «walşims û kak sewenî walqimir!». xan be carê le xoşyana şêt ebê û enêrê dû ewendey tir xełatî mela eken.