kabrayekî xoşnaw xełkî gundî kune filuse...
kabrayekî xoşnaw xełkî gundî «kune filuse» bû, gelê kesî kuştibû, řojêk le «koye» zeftîye be gîrî dênin nek bew nawewe, ke xełkî kuştuwe, çunke ew desteye neyan’ezanî eme ewe, bełkû boye hełyan pêçabû bîben bo «sixre». le kabraş waye boye têy aławin nasîwyane, ke eme ewe xełkî kuştuwe, destî kirdibû be pařanewe le zeftîyekan bo ewey berełłay ken. ḧacî řesûłêkî koyîş hebû, lew wexteda besera eçê pyawêkî bezman û lêhatû bû, kabray xoşnawey enasî, çuwe bin dest zeftîyekanewe û pêy witin: êsta êwe em kabrayetan bo «sixre» ewê û ewîş mał û mindałêkî wirdî heye, ew berełła ken û min lebatî ew bigirin. be her cor bû zeftîyekanî saz kird û kabrayan berełła kird, kabra her ke le destyan derbaz bû, îtir wekûw mûrûy mar xoy win kird. ḧacî řesûłîş dengî nekird ta kabra le çaw win bû, inca ewîş milî řêy girt û řoyşit, zeftîyekan wîstyan bîben, pêy witin: mirdûtan mirê, şêt bûn, birdinî çî? bênin dû biden leme! ewîş xoy neda be destewe û řoyşit. ḧacî řesûł bo sałî dwayî çû bo «kune filuse» bo dar gwêz kiřîn, darêkî kiřî û kirêkarî xiste ser bîbřêtewe, em dare liq û popekey beser małêka şoř bibowe, ke eyanbiřyewe ḧeyşî be małeke tał kirdibû, jinî xawin mał bangî kird le mêrdekey witî: erê hîze ewe bo çarî ew segbabane nakey? xo ḧeyşyan pê tał kirdîn! mêrdekeşî dest edate tifeng û der’epeřê. tumez em małe małî kabray pareke «ḧacî řesûł» le dest zeftîyekan řizgarî kirdibû! kabra her ke dête derewe û çawî be «ḧacî řesûł» ekewê, le şwênekey xoy sard ebêtewe, jinekeş le xwarewe her qisey ekird û cinêwî eda û bangî pyawekey ekird ke ma çaryan naka! inca kabra řûy kirde jinekey û be dengêkî berz bangî kird û witî: «kiçê wis be, ewe ḧacî řesûłe ḧacî řesûł, eger ew neba carêkî ke ew cûte gûnanet ber qunan nedekewt, de îtir wis be».