kabrayek lew deştî dizeyye eçête lay...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  599 Dîtin

kabrayek lew deştî dizeyye eçête lay melayek ełê: mamosta bê edebî nebê, pyaw ke çuwe ser awdestan, çende qingî bişwa pak debêtewe? ewîş ełê: biram ewende bişwa ta cîře û zîřey lêwe dêt.

emca kabra, ke deçête ser awdest û dest be aw egeyenê, paşan xoy eşwa, her dest be xoya dênêt û awî pya eka, kitupiř tiřêk eka! ełê: ey be kêrî melawe, çak cîře û zîřey lêwe hat!