şitî çon řû eda! taze şemendeferda...
şitî çon řû eda!
taze şemendefer dahatbû, kabrayekyan kirdibû be me’mûrî ser çwardeřêyanî şemendefereke, dû beydaxyan dabû dest û fîqfîqeyekîş be la qedyewe bû, ke şemendefereke le dûrewe ehat û bořekey xoy lê eda, em kabraye agadarî ebowe, emîş fûy ekird be fîqfîqekey xoya û beydaxekanî řa’eweşand bo ewe řêgey xetî şemendefereke bereła bikirê.
ca em kabraye jinêkî ’erebî hênabû, be şew ke enûstin bîlamanî bonî «tis» zor bû. kabra be jinekey ewt toyt. jinekeş eyut: min nîm toyt. axir qiseyan hate ser ewe ke yekî «pişqil»ê bixene qingyanewe eger dwabřaweke hat pişqileke dyare der’epeřê û ew wexte der’ekewê ke kamyanin.
leser em «tekbîr»e ser û pişqilyan xiste qingyanewe û nûstin, şewê ke kabra xeberî bowe seyrî kird pişqilekey derpeřîwe û nemawe. le tirsî ewey ke dwacar jinekey pêy biłê; dyare bone pîseke hî toye, destî gêřa bo pişqilêkî tir ke bîxate xoyewe û řizgarî bibê. çawî be xewewe bû. herwa destî ekuta kitupiř fîqfîqekey berdest kewt, lay wa bû pişqilekeye, tepanye xoyewe û nûst, zorî pê neçû kabra tisî hat, û le dengî fîqfîqe xeberî bowe, lay wa bû ewe şemendefere hat, her xêra řast bowe destî daye beydaxekan û destî kird be bał řaweşandin û beydax hełtekandin. fîqfîqeş le jêrewe her xerîke, jinekey xeberî bowe seyrî mêrdekey kird pêy wit: ewe boç wa ekey? witî: axir ewete şemendefere hat, witî kuře şemendeferî çî? tisekey xote em gîz û huřey nawetewe.