kabrayek lew şarezûre kuřêkî xizmî ebê...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  777 Dîtin

kabrayek lew şarezûre kuřêkî xizmî ebê, demê bû çawî pê nekewtibû, be serdan eçête małyan, seyr eka ḧewt jin le małekeyda danîştûn, ke lewew pêş neydîbûn. epirsê ełê: biram em ḧewte çîtin? ełê: her ḧewtyan jinmin. ełê: înca çon bexêwyan ekey? ełê: bira eger kirasyan bo bisênim ḧewt, kewayan bo bikem ḧewt, kewşyan bo bêrim ḧewt, giştî ḧewt, bem core legełyan eçim weřêwe. ełê: tu xwa bira le şer’a şermî bo nîye ey îşî şer’îyan çon legeła ekeyt? ewîş ełê: birakem, eme le giştyan bê qiřetre: le şar şitêkyan hes pêy yêjin qopye, hawirdigme, her ḧewtyan řîz ekem û daneyek lew qopye tazane têrim, kut kutî ekem û eyxeme me’beynyanewe, lemserewe xomyan pya edem, eger hî ḧewtemîşyan we tewawî neygirê, xitukeyek we ber mîzełdanya her têt!