kabrayekî yosocanî řemezan le şarezûr...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  745 Dîtin

kabrayekî «yosocanî» řemezan le şarezûr mabuwewe neçû bo kwêstan, dinya qirçey hawîn bû. zor germ bû, ewîş be řojû bû, kewte demedemî ’esir tînwêtî be carê şipirzey ekird, gomêk be qingî xêłekewe bû, hemû řojêk eçû le gomeke leber tînwêtî meley ekird, ke xoy heł’equłê le aweke le jêrewe têr û piř awî exwardewe ke serî der’ehênayewe eyut: «bikem we qing daykitewe řemezan! xo to daykit gam boç min natwanim fêłit lê bikem tiřit buřim.»