pyawêk hebûle suleymanî xałe meḧmûy...
pyawêk hebû le suleymanî «xałe meḧmû»y naw bû, êcgar tûře û kelleşeq bû, zorîş pîr bibû, leber pîrî çawî kiz û giran bibû. êwareyek leser sekokey mizgewtî «seyd ḧesen» le sabûnkeran, xełkeke ko bûnewe bo nwêjî şêwan û demedemî bang bû, xałe meḧmûyş lewê bû, danîştibû, bełam řîzî sefekey têk dabû, bang witra û qamet kira û îmam çuwe miḧrabewe û xełkeke hemû westabûn, destyan berz kirdibuwewe do’ay pêş nwêjekeyan exwênd. xałe meḧmû, agay lemane hîç nebû, pyawêk şanî girt, pêy wit: xałe meḧmû ewa nwêje tozê xot řêk xe, ba řîzî sefeke têk neçê.
her kabra emey wit xałe meḧmû tûře bû û destî kird be qisekirdin û witî: «ay! to çît dawe be ser minewe?! lêreş wazim lê nayenin, eme derdî kabrayetî ke jinekey dostêkî hebû le bin dar hermêke xerîkî geme û gałte bûn û seryan le kabray mêrdî jine têkdabû! axir babe to çît dawe be ser minewe?!» ewa be dengî berz em qisane eka û lew kateda mela le du’a buwewe û nyetî dabest û be dengî berz witî: «alilh akbirErebî», xełkekeş hemû nyetyan dabest û mela kewte xwêndinî sûretî «alḧimdErebî». xałe meḧmûyş her le şwênekey xoy danîştuwe û germ buwe û agay le îmam nîye ke nwêjî dabestuwe her ełê: axir bawkim to çît dawe beser minewe? bexwa seyre, eme derdî kabrayetî, eyewê serim lê têk bida, ca were le daxa memre? eme řast derdî kabrayetî. ełê:
«kabrayek jinêkî hebû, jinekey legeł kabrayekî tira destyan têkeław kirdibû, hemû car pêkewe geme û gałeyan ekird, řojêk dostî jineke be jinekey wit: eger carêk le berçawî mêrdeket pêkewe dirust nebîn, min birwa be dostayetî û xoşewîstî to nakem! jineş witî: başe eme şitêkî asane, sibeynê tu biçore bin dar hermêkey xwar awayyewe, minîş legeł mêrdekema dêyn bo ewê, ca lewê îşî xoman ekeyn.
ewa mela xerîkî «alḧimdErebî»e û xałe meḧmûyş xerîkî em qisaneye, xełkekeş leber piřim û hořî pêkenîn hendêkyan nwêjyan biřîwe û hendêkîşyan her xoyan girtuwe, mela geyşte «ûلاالزالینErebî» hemû be carê wityan «amîn» lem kateda xałe meḧmû witî: beyanî jine be mêrdekey wit: pyaweke ba biçîn bo bin dar hermêke, seyranêkîş ekeyn û hendê hermêş dênînewe. pyawe witî: başe. bo beyanî lêyan da řoyştin, ke geyştine bin dar hermê, le paş tozêk jine witî: pyaweke min eçme ser dareke, hermêke etekênim, toş koy kewe. emey wit û çuwe ser dareke û destî kird be hermê tekandin, pyaweş koy ekirdewe kitupiř jineke qîjandî witî: eyřo pyaweke ewe kêye swarit buwe?! pyawe witî: ewe şêt bûyt? swarbûnî çî? jine witî: ay, ay pyaweke xo ewe xistitî û her be tewawî swarit bû!, eyeřo pyaw çon swarî ebin? pyawe le xwarewe witî: kiçê afret ewe to eqiłit leser xote? ewe ełêy çî? jine qîjandî û kewte xoy û pelepel wa xerîke dête xwarewe û destî kird be cinêwdan, witî: kure segî segbab çi řayet ekewê, to swarî mêrdî min ebî?, kuře pyaweke bo xatrî xwa ewe lingî girtî be şanewe to pyawêkî zirit û zelamî, ’eyb nakey wekû jin le jêr ew zirte boze segbabeda kewtûy! pyawey mêrdî her wa demî bû be tełey teqîw û witî: kiçê xwa bitgirê eme qiseye to eykey! pyawî çî, ling be şanewe girtinî çî? tozê eqiłit bêtewe serxot û zimanî xot bigre. jine be pele řaykirde xwarewe zelamî ser mêrdekey bigrê!
lem kateda mela sûretî «qil hwalilhErebî»yişî tewaw kird û çû be řikû’a, witî: alilh ekbirErebî!, xałe meḧmû witî: jine hate xwarewe û hîçî berçaw nekewt, witî: eyřo çî bû min çawim pê kewt? a tuxwa pyaweke bo min hîç kełkî nîye, to biçore ser dareke hermêke bitekêne û min koy ekemewe.
mêrde çuwe ser dar û destî kird be hermê tekandin, lemlawe dostî jineke le pena berdêka xoy ḧeşar dabû, hate derewe û hat be lay jinekewe û destî kirde milî û maçêkî kird û pyawey mêrdî leser darekewe witî: ay jineke, ewe ew zelame kêye wa destî kirde milit û maçî kirdît?! jine witî: eyřo pyaweke ewe ełêy çî? zelamî çî û maçî çî? axir minîş wam ewt, to biřwat ne’ekird eme hermê dare û xêwî lê dyare!
zorî pê neçû xêra kabra swarî jineke bû! kabray mêrdî le serewe agirî tê berbû, hawarî kird: erî segî segbab ewe çi řayet ekewê swarî jinî min ebî? jineş her ełê: pyaweke şureyye qisey wa meke pyawî çî û swarbûnî çî!?
lem kateda îmam řikatî yekem û duwemî tewaw kirdibû çûbû be řikû’a û serî berz kirdewe û witî: sim’ alilh limin ḧimdeErebî! xełkekeyş ewî le nwêja mawin mawin, ewî nwêjî biřîwe yekê kirdûye be kewşekanya û boy derçê, yekê leber pêkenîn agay le xoy nemawe, melaş buwe be kurdenamûsî, natwanê nwêjekey bibřê, bełam leber qułpî pêkenîn ewîş nazanê çî ełê û hoşî be lay nwêjewe nemawe, leber dengî xałe meḧmû, gwêy le dengî xoy nîye! xałe meḧmû witî:
pyawe be pelepel destî kird be hatne xwarewe le ser dareke, ew le nîwey dareke bû, lemlawe hetîwey dostî jineke lingî jiney girt be şanewe û têy berbû! mêrde lew serewe agirî tê berbû û witî: jineke xwa bitgirê xo ewe lingî girtî be şanewe û xirapî kirdî, kure kabra segî segbab nekey ha, nekey kuře nekey. jineş le jêrewe her ełê: pyaweke em qisane çîye to eykey? zelamî çî û pyawî çî? axir ke minîş le ser dareke bûm hawarim ekird, to etut hîç nîye, êstaş emey min wekû hînekey to waye!
kabray mêrde hate xwarewe, ta ew hate xwarewe hetîwe le îşî xoy buwe û řaykird û jine xêra hestayewe, pyaweş be xencerî řûtewe řaykird be şwên hetîweda, jine tund mêrdekey xoy girt û witî: pyaweke, ewe to şêt bûyt, wa kewtûyte cambazewe û qise kirdin lem deşteda, pyaweş xoy řa’epsikênî û ełê: kiçê qeḧbe berełam ke, ewa kabra derbaz bû! jineş her ełê: bisim alilh, bisim alilhErebî, eyeřo pyaweke ewe şêt bûyt?!
ta kabra xoy le destî jine řapsikand hetîwe derçû û xoy win kird emca destî kird be serzinşitkirdinî jinekey, jinekey eyut: axir pyaweke, minîş ke leser dareke bûm, her ewe bû ke berçawim ekewt û keçî toş etut hîç nîye û minit şêt ekird!, ew wexte ke min leser dareke hawarim ekird to hîçit edî? pyaweş witî: na! hîç nebû! witî: ke wate hînekey toş herwa buwe, hîç nîye û ẍayele meke, eme hermêdare û xêwî lê dyare!
xałe meḧmû witî: êsta em kabrayeş eyewê derdî ew kabraye beser min bênî! axir yekê nîye lêy bipirsê erê babe to çît dawe be ser minewe? çak da’enîşim xirap da’enîşim be to çî? çak danîşe, çak danîşe... boç serim lê têk nadey derdî ew kabraye.
lem kateda mela le teḧyat bowe û witî: alsilam ’ilîkimErebî. xałe meḧmû se’atekey derhêna û nay beser lûtîyewe, witî: xo ewe bang direnge, wehabî micewrî segbab le kwêye ba bang bifermiwê! xełkekeş be mela û nwêjkerewe be dem pêkenînewe her yekew be layeka hełatin!