le gundêkî ew binarî hewramane kuř û...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  904 Dîtin

le gundêkî ew binarî hewramane, kuř û kiçêk diłxiwazî yektir ebin û bełên be yek eden ke şew lew dîwî teymanî ḧewşekewe yektir bibînin, dinyaş qewşî payîz ebê.

şewê le katî xoya kuře dêt, bełam kiçeke leber ewey mîwanyan ebê, boy řê nakewê biçêt, her çon ebê xoy egeyenête heywan.

kuřeke le dûrewe eybînê em hełbestey be sera heł’eda:

bała berzekey mûrû le gerdin
serma kuştimî bêre gûkirdin!

kiçeş le wełama ełê:

serma neykuştî çawit derbaye
biřo yaney xot êste gûm naye!