kabrayek hebû ḧesenî naw bû legeł...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  838 Dîtin

kabrayek hebû «ḧesen»y naw bû, legeł hawřêyekya eçin bo şar û eçne ser dukanî kabrayekî kewşdirû, cûtê kewşî lê bikiřn, kabra kewşekeyan bo dênê û le paş çenduçûnêkî zor be de qiřan řê ekewn.

ḧeme ḧesen ełê: bira bo xatrî xwa tozê xatirman bigre. kabray kewşdirûyş ełê: bexwa bira xatraney tya nemawe û lewe zyatir natwanim xatirtan bigirim. ḧeme ḧesen tûře ebê û ełê: desa bikem we qing dayk ew kesewe kewş le to esênê, kawra to pyag nanasî! eka be pelî hawřêkeya û eřon.

dirawsê dukanêkî kabray kewşdirû lew berewe ebê, eçne ewê, ew kabrayeş agay le keyn û beynî eman buwe, her eman eçne ewê, ew xêra leser dukanekey řast ebêtewe û ełê: fermû danîşin, çî efermûn wa le berdestitandaye. ḧeme ḧesen ełê: bexwa bira cûtê kewşiman gereke, welê gerekme to kewşêkî fire xasman bo bêrî û xatrîşman bigrît. ewîş ełê: pyawî wekû êwe, yekê pyaw bê çon xatrî nagîrê? her pelamar eda cûtê kewşî pîsî le pêstî bizin dirustikirawyan bo dênê, be peřoyek pakî ekatewe û eydate destyan. ḧeme ḧesen ełê: tuxwa birakem, tu ew şêx kerîme, eme kewşêkî xase? kabray kewşdirû le destî wer’egrê û be boney pakkirdinewewe eyhênê be lařanî xoya û ełê: bew şêx kerîme û be serî to -serî to zor ’ezîze le lam- kefełe, kefełe! kabra ełê: bira îtir hîç meyêje diłim bû we awêne!

înca dêne ser nirxekey, kabray kewşdirû le pêşa dênê tozê çerim be ser gaznêk le parçe çermêk ekatewe û ełê: carê eme xatranekeye, eme hełgire her wextê kewşeke diřa, pêy pîne bike! paş ewe kewşekeşî edatê be dwanze qiřan û pêy ełê: bira gileyî nekey nełêy xatrî negirtim!

kabraş kewş edate bin destî û toze çermekeş exate baxełî û ełê: bira wa meyêje, boçî gişt bawe ḧîzê hawmałî ew dewêt bawkey ew berteke pyag nenasê?! ew bawe ḧîze eger tozê çermî we xatrane pê bidaynaye way ezanî le pêstî gûnî ekenewe, ey bikem we qing daykitewe, bira carêkî tir têynewe ser dukanekey to. eme ełê û lê eden eřon.