kurd ełê...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  1261 Dîtin

kurd ełê:

ełên eger yekêk tûşî «keheng» bû, ca eger hat û yekêk tûşî em core nexoşîye bû xoy bixate awî sardewe çak ebêtewe.

ełên eger yekêk dûpişk pêwey da dûpşikeke -paş ewey ke kujra- bixrête ser agir û bisûtênrê, paşan bixrête ser şwênî pêwedaneke, janekey eşkê.

ełên mişk zor gil û xułî marengaz eda, emeş zyanî bo marengazeke heye, eger bêt û ew mişke be serya baz bida, ewa ew marengaze emrê. ca leber eme kurd dênê eger yekêk mar pêwey da zengêk, ya tenekeyek ya şitêkî tir ke teqey bêt, day’enên û yekêkî tir be layewe da’enîşê û zengeke lê eda, ya tenekeke ekutê û eyka be teqeteq, îtir mişkeke leber teq û hořeke dûr ekewêtewe û naye be lay marengazekeda.

ełên eger mindałêk serî keçeł bû, cîwey sûr legeł «kere»da bigîrêtewe û çend carêk lêy bidrê çak ebêtewe.

ełên ger yekêk «girmejin»y derkird, be twêkłî şûtî bîhenûy, çak ebêtewe.

ełên eger yekê ajawe le małya hebû, kewşî teng le pê bika, ewî le fîkir eçêtewe.

ełên eger yekê çawî kemḧukim bû, boqî sewz bibînêt «mîl» bênî be ser piştya û bîkêşête çawî, çak ebêtewe û bînayîyekey zyad eka, bełam janî êgcar zore.

ełên «şing» xwardin, bo demudan xirape û bo nawisk başe. řêwas bo demudan başe û bo nawisk xirape.

ełên eger yekêk har bû, xołî gořistan bikirê be serya emrê.

ełên eger dûpişk day be afretî sikpiřewe, le paşa ew mindałey ke le sikya buwe paş ewey le dayk bû, eger dûpişk pêwey bida, nayeşê!

ełên eger yekêk lawaz bû, bo maweyek řonî «çaleke» bixiwa, qełew ebêtewe.

ełên gyay «řikêşe» binrê le birînî «tîrawê» çak ebêtewe.

ełên pêławî sûr le pê kirdin, xem eřewênê.

ełên eger yekê destî her birîn û zîçkawî lê ehat, xwênî piştî kîsełî lê bida, çak ebêtewe.

ełên çil beyanî le xurênî, xwardinî ḧewt denk mêwij, ya pênc denk badam, bo hêz û qwet zyadkirdin zor başe.

ełên ke řojekanî pêncey tara, her kes binwê, ewe hemû sałeke her xewî dêt.

ełên çawêk «befir» bîba, dûkełî «qang»y bo başe.

ełên eger yekêk serma bîba, «ḧemamî jinan»y bo ekirê, bewe dêtewe serxoy. «ḧemamî jinan»; eweye kabra řût û qût ekenewe û řay’ekêşin. sê jinîş wekû ew xoyan řût ekenewe, yekêkyan lem lay û yekêkyan lew lay řa’ekêşin, ewî sêhemîşyan xoy eda be serya, goşt leser goşt řa’ekêşin, emca nwên edrê be ser emaneda, emane kabra egûşne yek, be hełmî emane, kabra tînî tê ekewêtewe ke tînî tê kewt û hoşî hatewe be xoya, jinekan heł’estin û kabra be nwên da’epoşin, ta betewawî guřî pya dêtewe.

ełên xwardinî řon gerçek bo řewanî başe.

ełên nok bo sikçûn başe.

ełên yekê mar pêwey bida, şîrî kał bixiwatewe başe.

ełên hengiwîn û kałek, xwardinyan pêkewe zyanêkî zorî heye.

ełên yekê ke janî kird -bîlamanê- bitsê başe.

ełên ałûy bikewê, parûy gewre binê, ya pence gewrey biçemênêtewe beynî cumgey yekem û duwemî biba be demya, ałuwekey çak ebêtewe.

ełên eger yekê segel gemaroyan da û kewte nawyanewe, le şwênekey xoy dabnîşê, îtir laqey naken.

ełên destê, qaçê, şwênê, ke şika kerte, hîzey têwe pêçin çak ebêtewe.

ełên ewaney ke xerîkin har bibin, çawyan be şitî sûr bikewê xiraptir ebin.

ełên kesê «gewzen» y pê bê, mar û dûpişk nizîkî nakewn.

ełên řonî meymûn xwardin, pyaw exate cambazî.

ełên mindał be mindałî binewn le bałî û řaykêşin, çawî xêl ebê.

ełên her jinê çêştî swêrî kird, ewe arezûy le îşe xoşekeye.

ełên zerdûyîdar eger temaşay cûłanewey masî bika lenaw awa, zerdûyîyekey eřwa.