kesanêk hen be zorêkî zor gîrodey dest...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  1026 Dîtin

kesanêk hen, be zorêkî zor, gîrodey dest mindał bûn, lewaneye seryan le xoyan û le mindałekanîş têkdabê, hî waş heye niqe eka û ciqe eka û şexis û nuşte û diktor eřwa bo kerte mindałêk, keçî her bewlawe eçê û hîçî nabê, dyare emane ke wa mindałyan nabê, nexoşîy û natewawîyek le leşî xoyanaye, ya le leşî pyawekanyanaye, ya pyaweke towî nîye, ya jineke mindałdanî zedeyekî tya heye, carê lemeyan bigeřên.

barî mindał zorbûneke, tenguçełemeyekî zor gewreye bo zor kes le zor şwêna, dûr nîye duktorekanî ’alemîş be dest em keselewe damabin û her yeke qiseyekyan kirduwe û her yeke core çarêkyan wituwe, legeł eweyşa negeyştûnete amanc. eme û dîsan heriştêk leser pêwşiwênî tebî’et laçû, le layekî tirewe zyanî heye. zyanekeş eweye wa biłên ke mekîney leşî em afrete tewawe û amadeye bo mindałbûn, eger hat û berbestî ewe be derman û be şitumekî deskarî, destikarî kira, ewe mekîne esłîyeke leser îşkirdinî xoy be zor ladra, şitêkîş ke be zor labbirê leser řêwşiwênî xoy, gumanî tya nîye ke zyanî heye.

em layeneş -layenî mindał zorbûn- boye ewende buwe be tenguçełemey ’alem, çunke şerit lem řojeda her mindał fiřêdan nîye, şerit bexêwkirdin û terbyedane, şit ke zor bû, ne ew bexêwkirdine ebê, ne ew terbyete ebê ke îmřo pêwîste. bawik û dayk nazanin la be lay kamyana bikenewe û terbyey kamyan daden, eme bêcge lewey ke em bawik û dayke le jyana hîç ḧesaneweyekyan dest nakewê, dûr nîye tawanêkîşe ke beranber bem mindał zorîye ekirê. ca min xêrî xom! dermanêkim laye ke hîç zyanêkî tebî’îşî nebê bo ew mekîne esłîyey leşî jin û pyawe, eyłêm, ewî becêy hêna becêy hêna, eweş ke neyhêna be derdî xoyewe, ba bitłêtewe! ew dermaneş zor kes dawayan lê kirdûm be pare, bełam min qazancî têkřay nagořmewe be pare, lem řuwewe naçarîn ebê zor bê perde û be aşkira qise bikeyn:

jin le mangêka carêk «ḧeyz - ’uzrî şer’î» pya dêt, dyare lew maweyeda pyaw tuxnî nakewê, mawey ḧeyzeke sê řoje, pênc řoje, ḧewt řoje, herçende heye, leber neçûnî pyaweke bo lay û leber xiłte û lîtey ew xwên û hera û bezme, mindałdanekey be hîç cor amadey mindał wergirtin nîye, wate eger be kutekîş «aw - şehwet»ekey tê bikirê, werînagrê.

ew řojey ke le ḧeyzeke buwe hemû afretê xoy ḧisabî xoy ezanê, le paş ew řoje, ta mawey pînc řoj mindałdanekey xałî ebê lew hêlkane ke mindałî lê dirust ebê, lew pênc řojeda pyaweke etwanê biçête lay û hîç muturbe û peywendîyek dirust nabê: çunke şitumek û esbabî muturbe pêk nehatuwe.

emca lepaş ew pênc řoje ta mawey yek ḧefte, kûre becoşe û mindałdan piřî ebê le hêlkey bê xewşî mindał. lew maweyeda -mawey ḧewt řojeke- eger pyaweke çuwe lay û awekey em çuwe mindałdanekewe ewe muturbe û binaẍey mindał peyda ebê.

tenanet le paş ew ḧefteye gelê car afret hest eka ke awêkî lîncî zîçkawî pya dête xwarewe, ewe ew awe xiłtey hêlke pîsekanin û bebê feřî deryan edatewe, bełam bo pêkhênanî em îşe, zanînî ḧîsab û ḧisab têkneçûn zor pêwîste, her legeł ḧisabeke têkçû, îşekeyş têk’eçî, îtir to be xêr û min be selamet!