taqîkirawekanî kurdî
serçawey hemû ’îlim û zanyarîyek tecrebe û taqîkirdinewe buwe, ademîzad negeyştote ew pile û paye berze -ke êsta heyetî- meger behoy taqîkirdinewe nebûbê.
em taqîkirdineweyeş ademîzadekanî seretayî kitupiř şitêkyan bo řêkewtuwe û berebere lewewe leserî řoyştûn ta geyştûnete encam, wekû ewe le seretawe behoy fiřêdanî «ba» we ya hawîştinî însanêkî sadewe, berdêk kewtuwe le berdêkî tir û pizîskey agirî lê buwetewe, lem řêkewte kitupřîyewe geyştûnete şwênêk ke twanîwyane xoyan agir bikenewe û pêwîstîy xoyanî pê laberin.
herweha kitupiř be řêkewt, yekêk ya gyanleberêk nexoş buwe, ew yeke ya ew gyanlebere, gyayekî xwarduwe ya birîndar buwe û kitupiř ew gyaye kewtuwe le birînekey û pêy çak botewe, ya dîwyane gyanleberêk le katî nexoşî û birîndarîda çuwe gyayekî xwarduwe, eman çawyan lê buwe taqîyan kirdotewe û le encama derkewtuwe ke ew gyaye bo ew derde başe.
ya yekêk xeyałêk kewtote diłîyewe! wîstûye em xeyałey bihênête dî, hênawye berebere xerîkî buwe û ewey le diłya buwe be dest kirdûyetî, le paş çend carêk boy pêk hatuwe, emca le şitî tira kewtote taqîkirdinewe û behoy em taqîkirdineweye geyştote serçawey îşeke. be kurtî taqîkirdinewe, ademîzadî le tarîkîy nezanî xiste řojêkewe ke ser zewî û bin zewî û asmanî řoşin kirdewe û geyşte şwênêk ke kem şit ma, le destî derbiçêt.
qewmekanî tir, le berebeyanî mêjuwewe, kełkyan le taqîkirdinewe wergirt û berebere her şitêk bibwaye - ba efsaneyîş bwaye - eyanxiste ser kaẍez û paşan be ’emeł û kirdewe eyanxiste ser mêzî qise lêwekirdin û lêkołînewe; ta wayan lêhat hîç şitêk le bin destyan derneçû. em qewmî êmeye ke qewmî xoşewîstî kurde - bêguman le lapeřey mêjûya lew řojgaraneda ke lapeře lapeře hełîgêřawetewe be hezaran hezar taqîkirdinewey buwe û be qise gêřawyetewe. bełam leber ewey nexrawete ser kaẍez, hemûy herwa řoyştuwe. wekû berdî giranî bin awî meng gum buwe.
eger ew qisaney kurdî û ya ew taqîkirawaney kurdî, emîş wekû hî qewmekanî tir le zarewe bixrayete ser qaqez û bixrayete naw botey ’emeł û kirdewewe, bêguman êsta emîş gelê kitêbxaney ebû, ke pêy biłên kitêbxaney ’îlmî û pîşe û pizîşkî. eybû, çunke madam kurd le jêr hewarî safa û le jêr dewara jyawe û awî řûnî serçawekanî xwardotewe û be şew seyrî geřanî mang û cirîwey estêrekanî kirduwe, ẍayełeyekî tir nehatuwe be diłya ke perdekey dapoşê, twanîwyetî şit bidozêtewe û demî bo berê. emey twanîwe, bełam her ewende buwe ke ew qiseye bîgeyenê be encamêkî dyarî û řûnakî lê wer’egrê.
em baweřî bê seruberîye be corêk le nawyan biław botewe zortir gałtey bew qisane kirduwe, tenanet êstaş eger qiseyekî taqîkirawî kurdî bibeyt, dûr nîye her gałtey pê bika û biłêt: taze em řoje řojî ew qisaneye?! ewa merdumî tir dest bo ew dîwî dirêj eken, em taze em qisanem bo egêřêtewe!
lam waye eger yekêk em qiseye biłêt heqî nîye. çunke em taqîkirawane le paşmawey eqłî baw û bapîrî êmen, eger destî xizmetyan bwaye, êsta êmeş lem řuwewe wekû qewmekanî tir ebûyn. eme û dîsan le beçkey «jîşk» diřkawîtir nîye keçî daykekey ełê: le beçkey min nermunołtir nîye?!
ca leber eme min hatim lem taqîkirawaney kurdî, çîm berdest kewt nûsîmin û bo paşeřoj hêştimnewe. umêd ekem ke eme ebê be binaẍey şitêkî gewre bo ême!