sereta

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  948 Dîtin

wextî xoy, ke destim daye nûsîn û dananî «řiştey mirwarî», bew temaye bûm ke ta maweyekî dirêj ewsa bitwanim bergêkî lê çap bidem, boyeş ełêm bew temaye bûm çunke wa řane’epermam ke zû biław bibêtewe û bikewête dest xwêndewaran û ewan bikene karê ke leser ew bîr û baweře paşgez bibmewe. keçî be pêçewaney ewewe, le sałî 1957 ke bergî yekemî derçû, zorî nexayand ke hanehaney xwêndewaranî kurd, kirdyane karê ke bergî duwemîş bêt be şwênya. îstêkî wayan kird ke sipasguzarîyan bikem. ew sipasguzarîyeş bo ewe ke qewmî xuşewîstî kurd, be dił û be gyan hestyan bewe kirduwe ke xwêndinewey kurdî û xwêndinewey edebî kurdî, mayey bextyarîye bo jyan.

le řastîşda waye çunke, ke ême witman «xwêndiwarî çiray jyane», ebê eweş biçête diłmanewe ke jyanîş be xwêndewarîyewe jyane. jyan her xwardin û nûstin nîye. jyan eweye ke her kes le ’astî xoy ebê hest bewe bika ke bo berzîy qewmî xoy ebê bijî, ke qewmekey berz bibêtewe, qewmîş berz nabêtewe ta xwêndewar nebê, xwêndewarîş nabê ta be zimanî xoy nexwênêtewe. bew boneyewe sipasêkî taybetîş ekem bo xwa, ke qewmî xoşewîstî kurd, bînî pêwe nawe bo fêrbûn be zimanekey xoy, dîsan sipasîşim bo ew qewmeye ke wa be dił û be gyan xerîkî xwêndinewe û nûsînî zimanî kurdîn.

sałî 1957 dû berg lem kitêbe derçû ewa êstaş bergî sêhemî kewte berdestî xwêndewaranewe, pişti’estûrim be hanehaney ewan, ke bergî çwarem û pêncem û hitdîş her exwênnewe.