leřûy nesîḧet bo derwêş û sofî

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 3 Xulek  776 Dîtin
lebo ew birayaney ke erbabî terîqetî qadrî û eneqşibendîn, le řûy nesîḧet nek le řûy înkarî nûsîwme. her care ke gwê le şî’rekanim bigirin bizanin amojgarîye ya înkarîye û ’îbret û te’sîrî lê werbigrin heta řenc be xesar nebin
were sofî temaşa ke beřîş û kelle wek şêrî
edî xo nefseket mêye lelay xoşt eto nêrî
lenaw bêşey řya û ’ucbî le řêy îxlasî ladawî
heta demrî bebê îxlas be ew mekkare nawêrî
le ḧałî xot eto carê tefekkur ger bikey ewca
beřastî tê degey gyane ke çend bê kełk û bê xêrî
ḧeya nakey lelay murşîd be xoşt to biłêy pyawim
esîrî ew ze’îfey bî dełêy îflîc û şew kwêrî
eger bêt û be ’eqłî xot le derdî dił bigey carê
ke sertapa birîndare be ḧîle û nûkî şimşîrî
be xwênî cerge dest nwêjî hemû ehlî silûk derwêş
etoş pirçe hemû mayet be zerg û hełpeřîn fêrî
egerî talîb beřastî bî sîratulmusteqîm řête
le załî û weẍzubî ḧîfzî le sîfrey nî’meta têrî
kesê lem řêye ger lada le în’am dûre wek en’am
eto sofî wekû řêwî etoş derwêş wekû nêrî
be zîkir û fîkirî mewlaye ’îlac û tołe wergirtin
weharête eger merdî weha bimrî dełêm şêrî
le zindanî řyazet da petî teqway le gerden ke
mudîrî sicnî îxlas bî eger ḧezkey hełîdêrî
diłit xistote ber destî ze’îfey dujminî dînit
lelay xot mişterî feyzî be bê mayeş le bajêřî
le cêgey sefuwetî qelb û çirat bo ẍurfeyî tewfîq
be qeswet řeş buwe qelbit le řastî ’eybîxot kwêrî
be carê date dest nefist liẍawî îxtyarî xot
be da’îm boye casûsî le goştî ẍeybetîş têrî
be boraqî teme’ hergîz be qudsî qudsyan nagey
temat waye le naw cennet legeł cibrîlî řabwêrî
le payey řefrefî ’ezimit heta ser’erşî meqsûdit
le řêy mî’racî amalit be da’îm her serew jêrî
terîqit ḧeqqe bîllahî ’îlacî xot bike munkîr
gelê wirya be mamîxom etoş kewtûye hełdêrî
weha xot derdexey ’asîNasnava edebî le jengî me’sîyet pakî
be milyone eto ’eybit lesed herçiwarî bijmêrî