mersîye bo wefatî şêx letîf şêx meḧmûd le sałî 1392

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 2 Xulek  719 Dîtin
lenaw zumrey melek îmřo ’eceb giryan û ẍewẍa bû
ke nûrî dîdeyî zehra be wêney zuhre awa bû
diłopey çaweyî asman henasey sardî ẍemxiwaran
beharyan kirdewe zistan felek mîzanî gořabû
letîfî cergî şêx meḧmûd be bergî mergewe řoyî
be eşkî xwênî diłsozan zemîn şêwa û şeyda bû
ziřey şîrî ecel hat û ḧewałey destî qudret bû
bilewrî gerdenî let bû ke muddey jyanî berpa bû
temaşay zatî kakeḧmed bîsatî te’zyey daxist
berîdî me’newî fermûy îşarey şahî lewla bû
esef bo řojî řuxsarî ke perdey merg daypoşî
sefîney bejin û bałakey ke têk çû ẍerqî derya bû
eme çend řoje mîwane le xidmet bawik û bapîrî
ke řûḧî şîrnî řoyî be gułzarî beheşt şabû
leber firmêskî piř ḧesret nema xakêk beserda keyn
beser çû gułşenî ḧusnî keser lewḧey temaşabû
şika piştî cesaretman ke ełburzî biłind řûxa
birûskî mergî wa lêda be wêney tûrî sîna bû
ẍubarî matem û ḧesret silêmanî weha dagirt
eme çend wexte bew new’e ke řojhełat û awa bû
pejarey koçî ew zate le asman nageřê jîr bê
xefetbarane îstakeş ke nirkey ře’dî peyda bû
qełatî ’îzzetî kurd bû binaẍey mîḧwerî têk çû
celay xurşîdî ẍîret bû leser serman ke awa bû
le dîdey neslî kakeḧmed be’am firmêskî xwên detkê
esef çawî letîf win bû ke perwîn û sureyya bû
letîf û hem ře’ûf û to xudawenda bibûre lêy
le dunyada necatit da ke meylî darî ’uqba bû
temennayî le qapî ḧeq be ’efu û ḧurmetî bigrî
le neslî ḧeyder û zehra be pakî hat û peyda bû
bîḧemdîlla ke te’rîxî le em çwar nawî xwa derçû
ẍifur û hadî û alle widud bo çwarem esma bû
be xwênî dîde deynûsim le lewḧî dił ẍemî mergî
mełên ’asîNasnava edebî řyabaze le derḧeq bawkim her wabû