’izîzem narde xidmet beg le tawî derdî bê derman

legeł me’mûrî ewqafî koye nîza’êkman hebû. ḧîkmet zehawî qa’îmqam bû, ’irîzem teqdîm kird bo ḧel kirdinî, le dway çend wextêk me’mûr be diro îqna’î kird. minîş ew şî’ranem bo nard le 1940/03/13
Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  854 Dîtin
’izîzem narde xidmet beg le tawî derdî bê derman
lebo nusxey tedawî dił ewm dana wekû luqman
gutim ey dił le to mijde ewa tûşî tebîbêk bûy
’îlacî toy lela sehle firîbim da be çend burhan
sere û jêr bu gułî bextim beqa nakem bika te’sîr
le sû’î tal’im sehle biřûxê ger hemû asman
girewman kird û dił fermûy netîcey pêt biłêm çone
be filsê naykiřn şî’irit îtir wazbêne bê wîcdan
zeka û ceher û ’eqiłit hemûy peşme beha naken
debînim herçî zanaye hemûy kewtote naw kołan
temaşay ḧałî xot nakey řewacî neqdî eş’arit
le bazařî qibûł kirdin ’umûmî qełpe nek nuqsan
ewaney to ke nûsîbut řewacyan yek diro birdî
sikey şî’irit şika yekser le mulk û mentîqey kurdan
be dîqqet gwê eger bigrî le nałey şî’rekanî xot
e giryey takû mawî to le îşî gerdişî dewran
ke şî’rî to le hîç cêga be pûlê naykiřn ’asîNasnava edebî
hewayî şa’îrî danê wekû weḧşî biço herdan