ya îlahî çû le destim jyanî dunya û sîḧḧetim

be nawî xewf û řeca nûsîwme le xuda dawadekem lêy qebûl kird bim be řeḧmî xoy
Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 2 Xulek  846 Dîtin
ya îlahî çû le destim jyanî dunya û sîḧḧetim
zor detirsêm min le qehirit hem be hîway řeḧmetim
çunke boxom xom denasim ta’et û çakem nebû
ayetî la tiqnitiwaErebî şit berzî kirduwe hîmmetim
řûřeşî řojî ḧîsabim gernekey řeḧmê be min
qabîlî her new’e zecirim lêweşawey zîlletim
îqtîbasî řûme řeş bû defterî e’malekem
nûrî îmane ’îlac ka em diłey piř qeswetim
řêy necatim zor betirse nefis û şeytan řêgirin
şîrî tewḧîde sîlaḧim bo dîfa’î weḧşetim
xot dezanî lûre lûrme wek segî birsî xuda
geh le tirsî narî dozex, geh le şewqî cennetim
herçî hem her ’ebdî tom û ummetî pêẍemberim
wa lenaw gułzarî îman neẍmexwanî weḧdetim
beḧrî bê payan řeḧimit ger be ’efû mewcî da
zû be zû meḧu û dekatin nuxteyî zêy zeḧmetim
ger kilîlî lutif û ’efut derkî řeḧmet hełgirê
min be umêdî lîqatim nek be hîway cennetim
gerçî bedkarim xudaya min umêdim qayme
çunke hawnawî şefî’î ’asîNasnava edebî yanî ummetim
mistefaye nawî ’ebdit îsmî fexrî ’aleme
lêwe şawey lutif û ’etfim gerçî ’asîNasnava edebîye şuhretim