muslimanan çe řemzêke diłim bêdare min îmşew

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  692 Dîtin
muslimanan çe řemzêke diłim bêdare min îmşew
be yadî çawekey saqî diłim huşyare min îmşew
seba mirdey be dîtin da lebo gułşen ke dê bulbul
le zumrey ’aşiqan bê şik diłim serdare min îmşew
hemû kes bonî yarî xoy lela řeyḧane ya nergis
le sayey kułmekey saqî gułim diłdare min îmşew
gelê kes kesbî ’îşqî kird le bazařî ḧusin emma
leser dukanî řemzî ’îşq diłim ’ettare min îmşew
hemû kes gerçî wek ’asîNasnava edebî giriftarî eton lêkin
le meydanî ’ubûdîyet diłim şehsiware min îmşew