bayezîd û wan û mûş û erziřom û ḧeyderan

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 2 Xulek  750 Dîtin
bayezîd û wan û mûş û erziřom û ḧeyderan
urfe û xerput û çarê û urmye û şemzînyan
nehrye û dyarbeker û zerzaw û wiłatî barzan
xaneqîn û mendelî û goran û lur û bacelan
wek «kewa» neydûrin, be menteqey babanewe
orduwêkî şeř firoşî kurdî mutłeq řêk exen
دەستەێکی kînexahî cwan û ser řeq řêk exen
bo nîşaney serbexoyî şikłî beyreq řêk exen
’eskerêkî muntezem bo sendinî ḧeq řêk exen
cwan û řazawe be top û lakelî ełmanewe
newcewananî weten yek yek wekû şêrî jyan
pałewananî beheybet, her wekû bebrî beban
şoře swaranî tehumten, wek yelî mazînderan
beçke şêranî ’eşayr, bo qiranî dujminan
her wekû řostem ekewne, hatin û cewlanewe
nûkî xenceryan, le cergî dujmin gîr eken
dujminî daykî wetenyan bo ’edem tehcîr eken
mułkî kurdustan le mîkirobî beła, tethîr eken
paş qiranî mudde’î, xakî weten te’mîr eken
řêgeyî asin eçête şaxî hewramanewe
deşt û seḧraman, ebête řewzeyî xuldî berîn
sewz û por mêwe û be řewneq, lalezar û ’enberîn
cogekanman piř le awî xoş gwarî, şekkerîn
kêw û kej giştî ebête, bax û qesrî gewherîn
bo temaşay, deste deste dên le îngilistanewe
bulbulî teb’im le perwazaye, herdem bo çiłê
wa enałênê, be kuł bo ẍunçe pişkewtûy gułê
ew gułeş hîwaye, şahoNasnava edebî boy bedaxe gişt diłê
lamede «eḧmed» le basî mîllet û sa pêy biłê
takû saqî zû bida «bade» bedem, mestanewe
badegêř hatû besermana be ’îşwe tê peřî
gwêy nedaye meclîs û badey bilûr û saẍrî
’aşiqanî daye ber şestîrî çawî saḧîrî
pêy biłê, bew saqye bo ḧisin û naz û dulberî
daxî xoy nawe be cergî yusfî ken’anewe