şeydayî ser û sûretî ře’na semenêkim

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 2 Xulek  759 Dîtin
şeydayî ser û sûretî ře’na, semenêkim
ḧîret zedeyî gêsûyî findiq dehenêkim
meftûnî cwanêk û esîrî, ḧesenêkim
’aşiq be qed û qametî serwî çemenêkim
dił besteyî zołfim ke weha matemû zarim
bê فاێدە ’umrêke cefa perwerî yarim
xwênxiwar û dił efkar û wefa gusterî yarim
zor tînwî awî dehenî xencerî yarim
dił zexim û ciger řêş mujey neşterî yarim
sermestî heway ’eşqî řux û çawî xumarim
neydîwe kesê her wekû min şîfte ḧałê
sewda zedebî zułf û giriftarî cemałê
sûtabê derûnî be temennay xet û xałê
kes wek minî bêçare letaw hîcrî nenałê
wek bulbulî şeyda nefesê nîme qerarim
’uryanîye êsta buwete kewłî ḧezînim
herxare le çawa buwete serwî guzînim
pêçayewe serpenceyî bazûyî, zeřînim
sûtawî kizey mêhrî ewm boye ḧezînim
bîmarî bełay hîcrî ewm boye nezarim
bo cewr û cefa qabêl û amade û ḧazir
bê řeḧmî bese xofî xwat bo nîye axir
takey nekujê tîẍî birot «şayqî» xasir
nałem wekû «ney» sozî diłim wek «giřî agir»
firmêsk ke eřêjim her ełêy hewrî beharim