eger min şêt nebim axir le sewday guł řuxanim çî

pênc xiştekî leser ẍezelî narî
Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 3 Xulek  840 Dîtin
eger min şêt nebim axir le sewday guł řuxanim çî?
leřawî, çawîy cadu bazî şîrînî, zemanim çî?
le nałe û ah û, mehcûrî, le giryan û fuẍanim çî?
ke ẍerqî beḧrî dûrî bim le umêdî jyanim çî?
le fîkir û ẍa’êley bê fa’îdey sûd û, zyanim çî?
le dûrî şêwekey şîrînewe emřo ke ferhadim
le sayey ’eşqewe ’alem serasîmen le feryadim
hemîşe wêłî kêwanim, ewend xembar û naşadim
le kêwî «pîremegrûn» û «segirmey» mêḧnet û badim
le seyrî nazî, şoxî, dîdebazî, bazyanim çî?
wiłatî, tac û textî, kewte des ewbaş û nadanî
leẍawî ḧukmî ew qewme, diraye destî dû nanî
wiłatî «bayequş» tyabû beserdar û ḧukmiřanî
«silêmanî» ke xałî ma le dêwanî suleymanî
le ’eyş û noş û bezmî bê nikînî qudsyanim çî?
kemin kujrawî tîrî nazî çawî mestî şehla bim
kemin zencîr kirawî, dawî dû zołfî çelîpa bim
kemin sersamî çaw û perçemî şêwawî leyla bim
kemin meşẍułî, dersî, xet û xałî turkî tersa bim
le te’lîmî «minałî kurdî» bê nutiq û zubanim çî?
letaw te’sîrî êş û nêşî, bê dermanî mehcûrî
le germî kirpe û, lirpey şerarey agirî dûrî
le zu’fî cesteyî xestem bo derdî sextî řencûrî
le řûyî řûmda, ḧukmî nema, qanunî mesrûrî
le meylî mektebî, ḧusin û cemałî, řûsyanim çî?
le saḧey bezmî ’eyşimda seday nałîn û haware
le seylî xwênî dîdem meclisim řengîne gułzare
enîsim xem, muẍenîm nałe, saqîm çawî bîmare
surwîşkim mey nefes semtûr sînem saz û dił tare
le dengî çeng û xoşxiwan û le çîlwey safyanim çî?
surişkim yek be şwên yekda kedê wek tawebarane
hemû sûr û sipî têkeł mîsalî duř û mercane
be dawî hîcrewe, honrawnewe, subḧane çend cwane
le daney eşke min girtûme to, tezbêḧî sed dane
le awî «zem zem û» tezbêḧê, baẍey ḧacyanim çî?
kemin bê yar û bê xemxiwar û bê hemdem qena’et kem
kezamî dił be nasor bêt û bê merhem qena’et kem
kemin daym be bergî şîwen û, matem qena’et kem
lebo baqî ḧeyatim tabe qûtî xem, qena’et kem
le faj û qîjî derwêş û le mirqey sofyanim çî?
nîye meylim, be tar û ney hewawî awazî çeng nakem
wekû derwêşî em dewrîşe xom şêt û debeng nakem
wekû sofîş be mekir û ḧîle xom fêrî cefeng nakem
melam û ehlî teqwam û bemey secade řeng nakem
le badey saqîy û qîjey kiçî nerim û nyanim çî?
şu’a’î şemsî xawer, ta lejêr hewrî syada bê
butî sîmîn tenim, takû lejêr perdey ḧeyada bê
gułî umêdî qewmim, ta lejêr setrî kyada bê
tilû’î mahî min wek ḧusnî yosif ta le çada bê
le şewq û şe’şe’ey, şu’ley hesêrey berbeyanim çî
xerîk mawim lejêr em gumbedey gerdûnî bê baka
serasîmem le gêjaw gêjî dewrî çerxî eflaka
heta em dewre wa řûn bê le’em dunyayî xem naka
lîbasim ta piłas û cawî mêḧnet bê le’em xaka
le taqey ’uşret û şîrdaxî ’eyşî şamyanim çî?