ey weten herçend ke îmřo zîlletî tom dête yad
Li pirtûka:
            Dîwanî ’Asî
        Berhema:
                Mela Mistefay Asî (1885-1975)
        
             1 Xulek
             1255 Dîtin
        
        
    ey weten herçend ke îmřo zîlletî tom dête yad
bûye berdest û esîrî da’îrey ehlî ’înad
bûye řêbaz wiguzergay dujminî bedxiwahî xot
ey weten daẍî giranim mîlletit bûne kesad
zor xerîkim lem jyane min ke îstî’fa bikem
çunke bo xom wa dezanim ’umrî zûm řoyî bebad
bûy be şerbet ecnebî dên wa be keyf etxonewe
zehrî mîḧnet bote qûtî kurdekanî bêmrad
ew kesaney takû êsta xizmetî kurdyan dekird
êste bûne îş be dest û bûne cemşîd û qubad
baẍî to bêgane hatûn bûne gułçînî eto
boye ’asîNasnava edebî quř depêwê qet’îyen naka zyad