řojî yazdey mangî azar bû be xoşî û hatehat

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 2 Xulek  827 Dîtin
řojî yazdey mangî azar bû be xoşî û hatehat
mujdebê êzge le beẍda wa beyanî xoş edat
zor be xoşî destî pêkird elmuhîb eḧmed ḧesen
ḧazrîn bo bendekan û ḧellî cumley muşkîlat
qewmî kurdî bibne yek dił bê ẍerezbin seyrî ken
çon leser burcî necaḧet řojî hîwatan hełat
hewrî řeḧmet hate asman bû be baranî sirûr
emin û asayş peya bû ḧukmî zatî wa edat
qet nema ferq û cudayî bûne yek kurd û ’ereb
buẍiz û kîne hîç nemawe xas û ’am ba têbgat
ême giştiman her bira bûyn řołeyî yek nîştiman
dujminî bed goyî ême ba le daxan gyan bidat
bo hemû tengane da’îm piştîwanî yektirîn
destî debřîn her kesêkî dest dirêjka bo wiłat
mułkî xomane ’îraq û ecnebî lê derdekeyn
dujminî dîn û wetenman quř be ser xoyda bikat
gwê le min ken kakî kurdî çon bebê ferqî dełêm
fî tirîq ali’dil sîrwa lîs bas fî alliẍatErebî
fa’liniwa risim alaxuة ya rûsa al’irbErebî
xalya ’in kil ẍiş sadqa kil alcihatErebî
tîẍî dûřengî bizane çon řegî cergî biřîn
řeng û řûtan lê biřa bû şukirulîlla bû necat
miriḧba ahil alcinub lîs ẍabat al’iraqErebî
niḧin nimir balşimal û alicbal alrasyatErebî
nibtiş bitşa şidîda niḧifit arz alutinErebî
dîn alaslam şi’ar nisirna ḧisin alnyatErebî
întîzarî lutfî xwa bin řû le qapî ew biken
fa’biduة an tiḧbiwa raḧة fî ka’natErebî
watqiwa yum alciza wansirwa dîn alihdîErebî
an tirîdun alincaة fî alḧyaة walmimatErebî
dujminî dîn û wetentan qet be xotan xoş meken
bełkû ’asîNasnava edebî dił řeḧet bê ba xefet çîtir nexwat