dyarî cêjne pîroze

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  1126 Dîtin
hemû ’umirit heta mawî deqîqe û zeřře û sa’at
hemût her cêjin û xoşî bê be bê derd û ẍem û afat
gułî meqsûdî xot bon key le naw baẍî jyanî xot
emaneş her mubark bin le řûḧ û cîsim û hem bałat
lebo em ’erzî tebrîket wekîlî bendeye katim
be umêdî qibûł kirdin be şewqî muxlîsî wahat
feramoşyan nekey qurban ewane muxlîsî xotin
le yadit derneçin gewrem ẍulam û bendeyî dergat