wek be xoşî kewte bergiwêm wabram hatotewe

le wextî mela ’elî hatewe nexoş bûm ewem nûsî
Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  709 Dîtin
wek be xoşî kewte bergiwêm wabram hatotewe
bêdro baweř bifermû çawekem řûn botewe
seyrî lem kate nexoşî çî lemin kird sed esef
neydezanî fesłî guł hat bulbulim hatotewe
mijde bê dîdarî êwe ’umrî taze kirdimewe
şerbetî wesłî ke noş kird baş bexo kewtotewe
bextî bergeşte egerçî řû be řûy xwarî deçê
sed şukir wek serwî ře’na serbexo řast botewe
çerxe xoy wa ba edatin qadrî qudret nima
lutfî xwa diłmî be awî merḧemet şûştotewe
surmeyî xakî qedemtan řûnî kirduwe çawî dił
gerçî bê keyf û ze’îf bû quwetî girtotewe
çawekem êwem selamet qet ecel çarî nîye
bo beserhatî zemane zû qełem wişk botewe
fîḧeqîqe min ke ’asîNasnava edebîm qet le to ’asî nebûm
zû bedawêkî meḧbibet baş diłim bestotewe