be firmêskî peşêmanî bike ta’et gunahî zût

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 2 Xulek  1037 Dîtin
be firmêskî peşêmanî bike ta’et gunahî zût
temaşay hewrî řeş nakey ke qetrey çend sipî û cwane
hemû ’umirit le dest řoyî qisey nerimit nebû hergîz
le em bê xułq û řû girjye çi bû nefi’it eto gyane
ḧeyat boçî nekird carê ḧeyatîşt le dest derçû
eto netbîst nebî fermûy ḧeya şu’bêkî îmane
wekû keştî şikaw dinya lenaw beḧrî ḧewadîsda
kebo xoy ḧałî ewha bê teleb karî peşêmane
dexîlit bim le bo nanêk meřêje awî řuxsarit
ke awî řût le cêy xoy ma bizane awî ḧeywane
eger ’eqiłit le dest derçê bełaye nefsî emmaret
le dway wîş ’asîNasnava edebî wirya be lewî pîstir ke şeytane
le ber ba û bijî nefist çiraẍî dił penade zû
hemûy pêç wipenaye řêt hemûy her çał û zindane
îtir qet meyde dest nefist liẍawî îxtyarî xot
çe řêy çakit nîşan nada eme her nessî qur’ane
be zeytî zînetî dinya dił û řûḧim weha sûtan
serapa bûne xaksiter ’eceb lem dewr û dûkane
were bin sêberî ’îzzet bike kesbî qena’et to
kiławî bênewayî xot lewêda tacî sułtane
eger mirdî be merdane biço naw beḧrî huşyarî
be çawî dił temaşa ke xizêney duřiř û mercane
şi’ûrit têk mede ’asî lekîs xotî mede merd be
debête şahîdî fezilit hemû em řemz û burhane
diłî řûnak û batîn bîn çe çawî zahîrî nawê
hemû mînabî ger xanû çe pêwîstî kulankane
diłî huşyar le em beḧre wekû keştî cenabî nûc
leser cûdî wîsalî ḧeq umêd û ’ezmî westane
were ’asîNasnava edebî eto merd be biço zindanî xamoşî
lewê me’lûm debê bo to ke fewqî qesrî şahane