serubała lêw ’eqîq dindan sedef

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  745 Dîtin
serubała lêw ’eqîq dindan sedef
min lebo mijganî tîrit wa diłim kirde hedef
ba wesîyet bê betîrit ger emin çûme fena
deçme naw zumrey şehîdan ba nexon bo min esef
çûne jêrxakî fenawe zor be nałey ’îşqewe
muftexîr bûn bew birîne ’aşiqanî maselef
tuxuda ey serwî diłber ba minîş meḧrûm nebim
ta le meydanî ḧeşirda min legeł wan bibme sef
dił fîdat bê şahî xûban bimkuje xwênim nîye
ba nełên bêhûde řoyî ’umrî ’asîNasnava edebî bû telef