dûbare ewa derdî ẍemim bote cefader

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  674 Dîtin
dûbare ewa derdî ẍemim bote cefader
awêne legeł řûyî eto hate beraber
herçende le řûy nîştuwe wa gerdî xecałet
pêy xoşe leber xecłetî xoy bişkê seraser
’aciz mebe seru û ke le bałate biłinditir
me’lûme ke bê’eqłe kewa bote hewager
ger bêt û legeł lêwî eto ẍunçey bipşikiwê
memnûne be ew lutfe eger bibne birader
’aşiq buwe bo řûyî eto guł wekû bulbul
men’î meke ’asîNasnava edebî ke deřûn bû be semawer